Dirêjahî (bi Soranî: dirêjayî, درێژایی ; bi Inglîzî: length) yek ji rehendên tiştan e.
Dirêjahî rehendê dakişandî yê her tiştê ye. Dirêjahî ya tiştekî duriya navbera dawî yên wî tiştê ye; berfirehiya xetî ya wî ku ji dawî heta dawî dihêt pîvan. Pêdivî ye ji bilindahî û pehnahî bihêt cuda kirin. Bilindahî berfirehî ya tiştan e bi awayê stûnkî; Û pehnahî dûrî ya navbera alîyekî heta aliyê dî nîşadidit.
Di fîzîkê da, bi awayekê edetî her dûrahîya di navbera du xalan da dirêjahî ye.
Dirêjahî pîvana rehendekî bi tenê ye. Rûber pîvana du rehendan e (dirêjahî 2 car) û guncak pîvana sê rehendan e (dirêjahî 3 car). Di piraniya sîstemên pîvan û yekînan da, dirêjahî yekîneka bingehîn e û yekînên dî li ser wê dihên pênasekirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Dirêjahî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.