Bêlqîs (bi tirkî: Nizip) navçeyeke Dîlokê (Entebê) ye.
5 şaredarî, 79 gund girêdayî navçeyê ne. Rûber: 1.046 km² ye. Aborî li se sinayî û çandiniyê ye.
Navçeya Bêlqîsê Nizip | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Entab |
Serbajar | Bêlqîs |
Hejmara nahiyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 6 bajarok |
Hejmara gundan | 78 gund |
Gelhe (2012) | 135.819 kes |
Rûerd | 1.046 km2 |
Berbelavî | 129,85 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2012) | 100.488 kes |
Koordînat | 37°0′36″Bk 37°47′47″Rh / 37.01000°Bk 37.79639°Rh |
Bilindayî | 530 m |
Koda postayê | 277xx |
Koda telefonê | (+90) 342 |
Bingeha bajêr digihê 2000 sal beriya zayînê. Gorî arkeologên rojavayî li herêmê di dema paleolîtîk de cihwarbûn hebûye. Hîtît, mîtanî, asûr, fars, grek, ereb û vê dawiyê jî romiyan (tirkan) li herêmê desthilatî kirine. Herêm bi tevayî herdem di bin desthilatdariya dewlet û mîrîtiyên kurd de bûye. Di dema osmaniyan li herêmê gelek serhildanên kurdan pêk dihat. Li dijî artêşên fransiyan, di şerê cîhanî yê yekem de, kurd berxwedaneke mezin didin û wan ji herêmê derdixin. Mixabin bi damezrandina Komara Tirkiyê ve, rewşa kurdan xirab dibe. Kurd li herêmê tên asîmîlekirin û gelek koçberên Balkan û Qefqasyayê tînin bicih kirin.
Sala 1924'an Nezîb (Nizip) bi Dîlokê ve tê girêdan. Di sala 1926'an de jî dibe navçe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bêlqîs, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.