Abdurrahman Dürre (jdb.
1930 − m. 11ê çiriya pêşîn, 2012), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1930î li gundê Kêranlixa girêdayî navçeya Milazgirê hatiye dinê.
Abdurrahman Dürre | |
---|---|
Jidayikbûn | 1930 Kêranlix, Milazgir |
Mirin | 11ê çiriya pêşîn a 2012an Koln, Almanya |
Pîşe | Nivîskar, helbestvan, îmam |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, tirkî |
Berhemên navdar | |
Kurdname (2006) | |
biguhêre |
Perwerdehiya xwe li çend medreseyan dewam kir şûnde destûrnameya xwe ji medreseyê Norşînê hilgirt û dest bi îmamiyê kir. Nêzî deh salan li medreseyê Hesen Paşa ders da. Ji pê re bixwe jî medresek ava kir û di wê de dersên kurdî jî dan. Di sala 1962an de çû Enqereyê û kete îmtîhanê miftîtiyê û pê di îmtîhanan de bi serket re dest bi miftîtiyê kir. Di vê wezîfeyê xwe de ji ber fikrên xweyên siyasî çend derban sirgûn bû û ji pê re jî hat dane dadgehê eskerî. Lê pê re beraat bû û şûnde vegeriya wezîfeyê xweyê miftîtiyê. Navbera salên 1980-1983an de li Treblûsê wergeriya tirkî-Erebî kir. Di sala 1990an şûnde li Mûş û Erzînganê çend salan heps bû. Paşê çû Stenbolê û li wir Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi ("Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn") ava kir û li wir dersên kurdî dan, pey re çû Ewropayê. Li Ewropayê Partiya Îslamiya Kurdistanê ava kir.
Seyda Mele Abdurrahman Dürre di 11ê çiriya pêşîn a 2012 de li Almanya li bajarê Kölnê çû ser heqiya xwe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Abdurrahman Dürre, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.