Çirûsk kovareke kurdî ye û tê de nivîsên hunerî, wêjeyî, felsefî, civakî û întelektuelî hene.
Armanca kovara "Çirûsk"ê ew e ku bi kurdî zimanê "raman"ê biafirîne. Her wiha kovar bingeh û navê xwe ji ekola hunerî-ramanî Çirûskîzmê digire. Ev kovar li Diyarbekir, ji aliyê Weşanxaneya Belkî ve tê çapkirin û edîtorê wê Rênas Jiyan e. Kovarê di sala 2007an de dest bi weşanê kir û her ji çar mehan carekê derdikeve. Kovarê hewl daye ku her celeb nivîsên ronakbîrên kurd di nava xwe de vehewîne.
Hejmara 30'î a dawî di sala 2017'an hate weşandin piştî vê hejmarê weşana kovara qediya.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çirûsk (kovar), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.