İbrahim Şahin (jdb.
1956, Tokat) gerînendeyê malnişînî, giregirekî kontrgerîlla û hêzên taybet ên Tirkiyeyê ye. Di gosartmetiya Susurlukê de ceza xwar li sala 2001ê ji aliyê serokkomar Ahmet Necdet Sezer ve hat efûkirin.
Di darizandinên rêxistina girêdayî dewleta kûr Ergenekonê de navê wî jî derbas dibe. Hêj darizandin bidawî nebûbûn, ji girtîgehê serbest hat berdan. Ji ber berdana wî hikûmeta Recep Tayyip Erdogan AKP, ji aliyê ronakbîran ve hat rexnekirin.
Sala 1976ê ji akademiya polîs destûrdar dibe û li Sinopê dixebite. Sala 1980yê (dema derbeya 12yê îlonê) li Nevşehirê kar dike. Heman salê hêzên taybet tên avakirin (Özel Harp Dairesi - saziya şerê taybet) û wî jî tevlî dikin. Sala 1994ê li Almanyayê perwerdeya salariyê (GSG-9) dibe. 1987ê jî kûrsa antîterorê bidawî dike.
1988ê li Sêrtê dest bi kar dike. 1990ê li Stenbolê peywirdar dibe. Di dema wî de bi sedan mîlîtan û kadroyên rêxistinên çepgir ên tirk tên kujtin (bo mînak ên DEV SOLê). Dema Mehmet Ağar dibe gerînendeyê giştî yê ewlekariyê ew jî li Kurdistanê dijî PKKê têdikoşe û li dibistana perwerdekirina tîmên taybet a li Balıkesirê bo şerê li Kurdistanê tîmên taybet perwerde dike.
Ew bi kirinên xwe yên li Kurdistanê navdar bûbû. Birêveberiya hêzên polîs ên pisporên şerê taybet in dikir. Bi JİTEMê re hevkarî dikirin. Di dema wî de laşên meytên pêşmergeyên PKKê dihatin parçekirin, daristanên Kurdistanê dihatin şewitandin. Têkiliyên wî bi Tansu Çiller, Mehmet Ağar, Sedat Edip Bucak, Abdullah Çatlı, Korkut Eken, Veli Küçük, Çevik Bir û gelekên din ên li Kurdistanê bi kirinên xwe yên îllegal û nerewa dihatin naskirin re hebûn.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article İbrahim Şahin, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.