Zimanê gîlekî (bi farisî: گیلکی، گیلی, lat. gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin.
Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.
Gîlekî | ||
---|---|---|
گیلکی Giləki | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran | |
Herêm | Gîlan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 2-4 milyon | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | glk |
Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, Gîlekiya rojhilat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê rojava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.
Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farisî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farisî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.
Gîlekî | Kurmancî | Kirmanckî/Zazakî | |
---|---|---|---|
zay/zak | zarok | doman, qîj | |
ĵor | jor | cor | |
kîĵa/kilka | keç, kîj | kêna,çêna | |
daar | dar | dar | |
bûşû | biçe (here), biço | so, şo | |
purd | pir, pird | pird | |
zama | zava, zama | zama | |
çê gûdin | çêkirin | pêrotene, viraştene | |
xûr | ewr, hewr | ||
kîlîk (gîlekiya kevnar) | kûleke | ||
rîka | role (xortê/a biçûk) | xortî, gencî | |
jeqele | çikole | ||
rûja (stêrk) | roj | roz/roc, tîj | |
dîm | demûçew, devûçev, dirûv | rêçe |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê gîlekî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.