Wîkîpedyaya Kurdî, anku Wîkîpediya Kurdî, beşa zimanê kurdî ya projeya Weqfa Wiki ye ku bi tîpên latînî di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de hatiye destpêkirin.
Wîkîpediyaya kurdî ji aliyê bikarhênerên dilxwazê Wîkîpediyaya kurdî ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediyaya kurdî di sala 2024an de di hilbijartina berhemên sed salan de ku ji aliyê Komaleya Mala Kurdan a li Lozanê hatiye lidarxistin yek ji berhemên herî baş ê sedsalê hatiye hilbijartin. Dahênerê yekem ê Wîkîpediya kurdî Erdal Ronahî ye.
Wîkîpediya kurdî | |
---|---|
Malper | ku.wikipedia.org |
Ziman | Kurdî (Kurmancî) |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn, 2001 bi kurdî: 7ê kanûna paşîn, 2004 |
Xwedî | Weqfa Wiki |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguhêre |
Niha çar versiyonên Wîkîpediyayên kurdî hene ku bi kurdiya kurmancî (kurdiya bi giştî bi tîpên latînî tê nivîsandin), soranî, zazakî û kelhûrî di weşanê de ne.
Li Wîkîpediyaya kurdî heta niha 1.673.261 guhertin pêk hatine û 75.472 gotar hatine nivîsandin. Li Wîkîpediya soranî 55.004 gotar û li Wîkîpediya zazakî 41.824 gotar hatine nivîsandin.
Weqfa Wîkîmediyayê di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de dest bi weşandina Wîkîpediyaya kurdî kir. Wîkîpediya kurdî di destpêkê de ji her sê zimanên kurdî kurmancî, zazakî û soranî dest pêdike lê ji ber zehmetiyên teknîkî û zimanî û fikra berdewam kirina pirzimanî di bin yek guhertoyek de biser neket û di 12ê tebaxê de ji bo kurdiya soranî (bi koda zimanî ya "ckb") guhertoyeke nû hatiye pêşniyarkirin. Wîkîpediya kurdiya kurmancî ji ber ku kurmancî zimanê kurdî ya yekem a Wîkîpediyayê ye koda zimanî ya "ku" ji bo gotarên ku bi taybetî bi kurmancî û bi tîpên latînî hatine nivîsandin werdigire. Ji bo ku sîstem bê meşandin di 28ê kanûna pêşîn a sala 2007an de, Wîkîpediyaya kurdiya soranî li Wîkîpediyayê hatiye zêdekirin.
Di sala 2020an de piştî ku Wîkîpediya kurdî gehişte hêjmara 30.000 gotaran, malperên medyaya civakiyên fermî ya Wîkîpediyayê di 9ê tebaxa 2020an de ji bo alikariya Wîkîpediya kurdî du bangawaziyên kurt parve kir.
Wîkîpediya, li ser malpera xwe ya Twitterê ya fermî ji bo bikarhênerên Wîkîpediya kurdî daxuyaniya xwe de wiha ragihand, got:
Herçend zimanê kurdî li çend welatan were qedexekirin jî lê dilxwazên dilsoz ên Wîkîpediya kurdî bi awayekî veşartî dixebitin ku vî zimanî li ser Wîkîpediyayê zindî bihêlin. Bi xebatên wan, zêdetirî 30.000 gotarên Wîkîpediya Kurdî hene! Fêrî hinek peyvên bi kurdî bibin.
Wîkîpediyaya kurdî ji aliyê Komaleyê Çand û Perwerdeyê ya MALA KURDAN ku bi sponsoriya Şaredariya Lozanê hatiye lidarxistin di nav lîsteya projeya 100 berhemên herî navdarên ya sed salê de cih girtiye. Ev yek bi nameyek pîrozbahiyê ji aliyê komeleyê ve ji bo wîkîpediya kurdî û ji bo edîtorên wîkîpediyaya kurdî hatiye şandin. Di name ya komaleyê de wiha hatiye nivîsandin:
"Birêz wikipediyakurdi, Di sedsaliya Peymana Lozanê de, projeya bi navê “100 berhemên kurdî ya navdar ên di 100 salan de." ji aliyê Komeleya Çand û Perwerde ya MALA KURDAN bi piştgiriya aborî ya Şaredariya Lozanê hatiye lidarxistin. Di vê warî de, em bi rûmet in ji bo ku xebat/serkevtina we di nav vê lîsteya sed berhemên hêja yê sedsalê de cih girtiye, nameya pîrozbahiyê ji we re bişînin. Em we ji ber serkevtinên we yên hêja pîroz dikin û silavên xwe yên dilpak pêşkêş dikin û silavên herî baş ji we re, Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya MALA KURDAN.
Statîstîkên rojaneyên wîkîpediyayên kurdî.
Wîkîpediyayên kurdî | Malper | Endamên tomarkirî | Rêveber | Bikarhênerên çalak | Guhertin | Gotar |
---|---|---|---|---|---|---|
Kurmancî | ku.wikipedia.org | 67.609 | 3 rêveber | 95 bikarhêner | 1.673.261 | 75.472 |
Soranî | ckb.wikipedia.org | 62.285 | 8 rêveber | 162 bikarhêner | 1.207.613 | 55.004 |
Zazakî/Dimilî | diq.wikipedia.org | 28.562 | 3 rêveber | 24 bikarhêner | 527.903 | 41.824 |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Wîkîpediyaya kurdî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.