Keça deryayê fîlmek anîmasyonê ya Walt Disney Studios e ku di sala 1989an de derket.
Fîlma ku li ser motîvên çîroka Periya deryayî ya biçûk ya Hans Christian Andersen hatiye avakirin, fîlma anîmasyon a dawî ya Disney e ku bi elektrofotografiyê hatiye çêkirin.
The Little Mermaid | |
---|---|
The Little Mermaid | |
Derhêner | Ron Clements, John Musker |
Çêker | |
Senaryo | |
Muzîk |
|
Çêkirin | |
Çapkirin |
|
Dom/Mawe | 83 deqîqe |
Welat | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Ziman | Zimanê inglîzî |
Derameta nesafî |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bi vê fîlmê re, şirketa Walt Disney vegeriya formata fîlma muzîkal ya ku di sala 1937an de bi Snow White and the Seven Dwarfs hatî destnîşan kirin. Fîlm di 13ê çiriya paşîna 1989an de li New Yorkê hat pêşandan û çar roj şûnda ew li sînemayên seranserê DYAyê, Kanada û Meksîkayê hat belawkirin.
Di 2ê çiriya paşîna 2006an de, Keça deryayê wekî çapek taybetî li ser DVDyê derket. Di sala 2000an de, Disney beşek duyemîn bi navê Keça deryayê 2 hilberand, ku tenê ji bo firotanê vîdyoyê anîmasyon bû. Di 11ê îlona 2008an de, beşa sêyemîn, Keça deryayê - Destpêka Ariel, li DYAyê hate berdan.
Di sala 2023an de, nûvekirinek fîlma rastî ya bi heman navî hate weşandin. Rola Ariel ji hêla stranbêj û lîstikvan Halle Bailey ve tê lîstin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article The Little Mermaid (fîlm), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.