Tepînk, mîn, mayin ji çek û mekanîzmaya bo ziyandayîna amyarên bejayî, ferd, keştî û amyarên esmanî tên bikaranîn re dibêjin.
Gelek awa û cureyên wê hene. Tepînk him çekeke parastinê ye, him jî ya tunekirinê.
Tepînk bo armancên curbecur tên bikaranîn. Bi gelek teknîkên nûjen jî dikarin bên bikaranîn. Mirov dikare bêje tepînk jî bombeyek e, û wekî dafikekê tê danîn û kamûflajkirin, dema bê xwestin jî tê teqandin.
Tepînk hene dema hedefa xwe xist dafikê, bi pêlêkirinê diteqin. Tepînk jî hene ji dûrve tên kumandakirin. Tepînk dikarin bi mekanîzmayeke demê plan dike vê bê girêdan û dema wê hat bê teqandin.
Tepînkên li ser riya hedef tên binaxkirin in. Dema rast li hedefa xwe hat diteqin. Di nava wan de pilte (teqemenî), madeyên kîmyayî hene.
Cureyên antîpersonelan ên sereke: 1- Tepînka antîpersonel a rûxîner 2- Tepînka pagê, tepînka araziyê 3- Tepînka çovî 4- Tepînka êrîşên rexkî
Cureyên tepînkên li dijî mirovan tên bikaranîn: 1- Tepînka belav dibe û bising 2- Tepînka bi parçeyên bandorker û aresteyî 3- Tepînka pestoyî, tepînka bifîşar 4- Tepînka napalmê 5- Tepînka vediceniqe 6- Tepînka kîmyayî
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Tepînk, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.