Teorî peyveke xwedî du wateya giştgir e: yek ji wan duyan di zanistên ezmûnî da tê bikaranîn (hem zanista xwezayî, hem jî zanista civakî), wê yeke din di felsefe, bîrkarî, lojîk û di nav parên dîtirên zanistên mirovî da tê bikaranîn.
Ciyawazî û hetta mirov dikare bêje gengeşeyeke berçav heye navbera şaxên akademîk ên curbicur li dor çawahiya bikaranîna peyva teorî.
Teorî, di wateya xweya zanistî, pêkhateyeke tehlîlî ye ku bi mebesta ravekirina komek ji çavdêrîyên ezmûnî hatiye dariştin.
Teoriyeke zanistî du tiştan dike:
Teorî amûrên tehlîlî ne ku bo têgihiştin, ronîkirin, û pêşbînîkirina mijaran tên bikaranîn. Li gelek û curbicur gorepanên vekolînê da, mîna zanist û huner, teorî hene.
Derbirîn û vegotina teoriyan, pir caran bi zimanê xwezayî ye (mîna: zimanê îngilizî) û herdem bi awayekî tên avakirin ku bi giştî form û şeklên van destnîşankerê teoriyekî çêkirî bi zimanê şêweyî be.
Vegotin û Derbirîna teoriyên bîrkarî bi zimanê şêweyî ye.
Dibe ku vegotina teoriyan bi her şewazek be: bi şewaza bîrkarî, bi şewaza dawerî (sembolîk), herwisa bi zimanê asayî; Lê bi giştî ji vana tê payîn ku li dû pransîpên bîrkirina hizrî an lojîkê biçin.
Her teorî pêkhatiye ji komek ji hevokan ku hinek agahdarîyên rast li xwe digrin sebaretî vê mijarê ku li jêr serincê da ye. Ligel vê yekê, herdem rastbûna her yek ji van agahdarîyan girêdayîyê hemû teoriyê ye.
Ji van teoriyan re ku mijara van pirtir bîrokan e, û ne zanyarîya ezmûnî "teoriya felsefî" tê gotin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Teorî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.