Seyîd Riza (jdb.
1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15ê çiriya paşîn a 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû.
Seyîd Riza | |
---|---|
Jidayikbûn | 1862 Gundê Lirtîk, Dêrsim |
Mirin | 15ê çiriya paşîn a 1937an (75 salî) Xarpêt |
Sedema mirinê | Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dardekirin |
Bernav | Lacê Baboyî |
Xebat | Serhildana Dersimê |
Mezheb | Elewîtî |
Hevjîn | Anî Xatûn |
Zarok |
|
Dê û bav |
|
Malbat | Şêx Hesenan |
biguhêre |
Seyîd Riza sala 1862an, li Dêrsimê ji dayik bû ye. Seyîd Riza lawê Seyda Îbrahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerdehiye dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cîh bû.
Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û birqiyeeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da koçberan. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî gumana operasyonê bi li sereke eşîran rê hevdîtinê çê dike ku di nava xwe de yekîtiyê çê kin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê îlona 1937an de rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di reya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi berdariye tê darazxwarî kirin.
Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15ê çiriya paşîn a sala 1937an de, bi tevahî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin darda kirin.
Çar têkoşerên din jî berê bi sizayê berdariye siza dikin, paşê sizayê wan werdigerînin girtî bû nê. Hin ji wan ji li ser 90 salî rê bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviya bû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û berdariya dikin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Seyîd Riza, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.