Serbên Tirkiyeyê hevwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi eslê xwe serb in an jî kesên ku li Serbistanê ji dayik bûne û li Tirkiyeyê dijîn in.
Serbên Tirkiyeyê bi piranî li bajarên mezin wekî Stembol, Kocaeli, Enqere, Antalya û Îzmîrê dijîn. Piraniya wan bi zimanê serbî nizanin û bi zikmakî tirkî diaxivin.
Türkiye‘deki Sirplar Срби у Турској | |
---|---|
Gelhe tevahî | |
9.900 | |
Ziman | |
Zimanê serbî, tirkî | |
Baweriya dînî | |
Xristiyanî û Îslam |
Di serdema Împeratoriya Osmanî de piraniya erdên Balkanê di bin kontrola osmaniyan de bû. Ji ber sedemên wekî aborî û sirgûnkirinê, gelek serb koçî Stembol û Anatolyayê kir. Di 28ê tebaxa 1521ê de Keleya Belgradê bi 250.000 leşkerên osmanî û jî 100 zedetirî gemiyan ji aliyê Silêman Şah ve hatiye girtin. Dûre, piraniya bajar hat xirabkirin û tevahiya nifûsa wî ya Xirîstiyanên Ortodoks ji bo Stembolê hatin sirgûnkirin ku devera ku sirgûnbûn ji hingê ve wekî daristana Belgradê hatiye zanîn.
Gelek yenîçeriyên osmanî bi eslê xwe serb bûn û di zarokatiya xwe de ji malên xwe hatibûn birin û li Împeratoriya osmanî de perwerde dîtin. Hin serb meqamên siyasî bi dest xistine û çend Wezîrên Mezin jî wek serb hatine dinyayê.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Serbên Tirkiyeyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.