Riccardo Giacconi (jdb.
6ê çiriya pêşîn a 1931ê li Genova) stêrfizîknasekî Îtalî-DYAyî ye. Sala 2002î bi tevî Masatoshi Koshiba û Raymond Davis Jr., Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Riccardo Giacconi | |
---|---|
Jidayikbûn | 6 çiriya pêşîn 1931 Genoa (Keyaniya Îtalyayê) |
Mirin | 9 kanûna pêşîn 2018 San Diego |
Hevwelatî | Îtalî |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam | |
Hevjîn | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Piştî bidawîkirina zanîngeha Mîlanê, bo xebatên stêrfizîkê diçe DYAyê. Di nava salên 1982-1997î de li zanîngeha John Hopkins serokatiya beşên fîzîk û stêrnasiyê dike. Herwiha di nava salên 1993-1997î de gerînendetiya European Southern Observatory (ESO) kiriye. Ew niha li NASA dixebite û lêgerînerê sereke yê projekta Chandra Deep Field-South a mala şopandinê ya Chandra x-ray a heman saziyê ye.
Di 12ê hezîrana 1962an de bo cara yekemîn bi raketekê dedektorekî rontgenî ya şopandinê hatiye şandin bo xeleka kêşana erdê. Armanca wê şopandina heyvê bû. Di vê projektê de Giacconi xwedî roleke mezin bû.
Di nava salên 1981-1993î de gerînendeyê Space Telescope Science Institute ya ku ji çêkirina Hubble-Teleskopa kozmozê ye. Giacconi yek ji wan kesên ku teknîka firîna raketan bipêşxistiye ye. Di gelek projektên navneteweyî yên heman armancî de cihgirtiye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Riccardo Giacconi, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.