Pierre-Gilles de Gennes (jdb.
24ê çiriya pêşîn a 1932an li Parîs; m. 18ê gulana 2007an li Orsay) fîzîknasekî fransî bû. Sala 1991î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtibû.
Li disbistana École normale supérieure perwerdeyê dibîne. Heya sala 1959î wekî endazyarê lêgerînê li navenda atomenerjî ya Saclay dixebite. Li wir bi giranî li ser têkiliyên neutronan û magnetîzma wan disekine. Piştre li zanîngeha California ya li Berkeley li ser fîzîka parçeyî û yekgirtiyê dixebite. Sala 1961î dibe asîstentprofesor. Sala 1968î bala xwe berdide mijarên nû wekî krîstalên herikbar (diherikin). Ji sala 1971î virde wekî profesor li Collège de France li ser karkiriye.
Gennes fîzîknasekî zîrek bû. Li ser krîstalên herikbar (diherikin) û polîmeran lêkolînên wî navdar in. Li ser polîmerfîzîkê gelek rawestiyaye. Dîsa di warê fîzîka materyalên dînamîk de xwedî heman girîngiyê bû.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pierre-Gilles de Gennes, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.