PENa Navneteweyî saziyeke navneteweyî ya nivîskar û rewşenbîran e ku di sala 1921ê de li Londonê hatiye damezirandin.
Ew ji komeleyên nivîskarên neteweyên din pêk tê. Nivîskarên her neteweyekê bi îmzeya 21 nivîskarî daxwaznameya endamiyê dişîne ji PENa Navnetewî re û heke were pejirandin, ew gelê xwe di nav wan de temsîl dikin. Bi vî rengî PENa Tirk, PENa Alman, PENa Amerîkayê, PENa Norwêcê, PENa Viyetnamê û hwd hene.
PENa Navneteweyî | |
---|---|
Logoya PENa Navneteweyî | |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Serok | |
Cihê baregehê | |
Xelat | |
Pêk tê ji |
|
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
PENa Kurd a pêşîn jî li Almanyayê hatiye vekirin[çavkanî hewce ye]. Li Kurdistanê navê wî di navbera salên 2007-2013 de Komeleya Nivîskarên Kurd bû, lê di 18-19ê gulana 2013an de li Amedê kongreya 8an a komeleyê hat amadekirin û navê navendê dîsa bû PENa Kurd.
PEN bi yekîtiya hemû PENên dinyayê dibe wekî yekîtiyeke navnetewî, bandoreke wê ya navnetewî ava dibe. Armanca wê azadiya ramanê ye. Ew azadiya ramanê ya endamên xwe û hemû nivîskarên dinyayê diparêze, lê ji ramanên siyasî dûr radiweste.
P (Poem, helbest) E (Essay, gotar, ceribandin) N (Novel, çîrok, roman); peyva "pen" jî îngilîzî ji bo penûs e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article PENa Navneteweyî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.