Pîramîda Keops an jî Pîramîda Mezin, pîramîda herî mezin e ku ji aliyê xelkê misira kevnare ve hatiye çêkirin.
Di heman katî de jî di navbera heft nuwazeyên cîhanê de avahiya herî kevnar e . Ew nêzîkî Qahîreya Misirê ye. Di dema avakirinê de bilindayiya wê 146,5 m bû. Heta maweyeke 3.800 salî ve ew avahiya herî bilind a cîhanê bû. Pîramîda Keops ji bo fîrewnê misirî yê bi navê Khufu ve hatiye çêkirin. Hin çavkanî jî ji bo çêkêrê Pîramîda Keopsê, wezîrê Khufuyê yê bi navê Hemiunu nîşan didin. Wiha tê ramankirin ku avakirina wê 20 sal dom kiriye û beriya zayînê di dora sala 2551 de çêkirana wê qediyaye.
Pîramîda Keops | |
---|---|
29°58′45″Bk 31°08′03″Rh / 29.97915°Bk 31.13422°Rh | |
Welat | |
Dewlet | Misir |
Li beşa îdarî | |
Dema avabûnê | |
Rûerd | |
Bilindahî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di wexta avakirina pîramîdê de, rûxarê der ê pîramîde bi lewheyên kevir hatibûn hefidandin. Belam niha ev hefidandin nemaye. Bilindayiya Keopsê ya orjînal 146,5 m bû. Lê belê sal bi sal bi maşînê bilindayiya wê 138,75 m bûye. Pîramîda Keops, pîramîdeke çargoşe ye û dirêjiya her rûqetekê wê 230,37 m ye. Li gorî hesibandinên ku hatine çêkirin, giraniya wê 5,9 milyon ton e û qewareya wê jî 2.500.000 m3 e. Pîramîd ji 2.300.000 berdekîç ve pêk hatiye. Pîramîd li gor zanyaran, ji aliyê koledaran ve nehatiye çêkirin. Ew bi peretî ji aliyê karkeran ve hatiye çêkirin.
Di nav Pîramîda Keops de sê menzel heye. Ji van yek di bin pîramîdê de ye û çêkirina wê neqediyaye. Ên her du yê din jî menzela key û menzela keybanûyê ye. Di heman katî de jî di nav pîramîdê de du derbasok heye. Ji van yek li pêş e û ê din jî li paş e. Di navbera pîramîdan de ê ku xwediyê du derbasok e, bi tenê pîramîda keops e.
Li Wiki Commons medyayên di warê Pîramîda Keops de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Pîramîda Keops, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.