Nightwish (bixwîne wek: Naytwîş, bi kurdî: niyaza şevê) komeke fînlandî ya senfonîk metal e.
Koma ku ji aliyê keyboarder Tuomas Holopainen ve hatiye damezirandin yek ji komên metalê yên herî serkeftî yên Fînlandayê ye. Digel solîsta kevin Tarja Turunen bandora komê ji bo pêşketin û belawbûna stîla Senfonîk Metal gelek mezin bû. Muzîka Nightwish tesîra xwe ji stîla 'film music' (muzîka ji bo çêkirina atmosferên fîlman) girtiye. Di sala 2005'an de kom ji solîsta xwe Turunen veqetiya û di gulana 2007'an de Anette Olzon'ê wek solîsta nu hilbijart.
Di dawiya meha îlonê ya heman salê de yekemîn albuma kome ya digel Olzon ya bi navê 'Dark Passion Play' derket piyasê.
Kom digel tevlîbûna Anette serkeftineke bêhempa bidestxist, her çiqas dengê Tarja Turunen êdî di muzîka komê de tinebe jî. Album ewqas serketî bû ku di roja xwe ya weşanê de li Fînlandayê statuya Platîn stand û li gelek welatên din ên ewropî (yên wek Elmanya) derbasî raya yekem a 'album charts'.
Komê ji îlona 2007'an heta îlona 2009'an de tûra cîhanê kir. Nightwish û Anette Olzon di çarçoveya tûra cîhanê ya salên 12/13 di cotmeha 2013'an de ji hev veqetiyan. Heta dawiya 2010'an de qasi heft mîlyon kaset û CD yên komê hatin firotin û kom li ser dikên 40 welatên cîhanê muzîka xwe pêşkêş kir.
Endamên berê:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Nightwish, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.