Rihan, toprihan, merzekew, rihana maran (Ocimum basilicum) riwekek ji famîleya gezika derewîn e.
Rihan | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Lamiales |
Famîle: | Lamiaceae |
Cins: | Ocimum |
Cure: | O. basilicum |
Navê zanistî yê latînî | |
Ocimum basilicum L. |
Biharbehnek e û di pêjgeha kurd de herwiha tê bikaranîn. Yeksalane ye, ji hewaya nermayiyê hez dike. Merzekewa gihîştî 20-60 cm bilind dibe. Rengê wê kesk e.
Bêhna wê mêşan direvîne. Him bi xavî, him jî wekî biharatê tê xwarin. Ji ber ku zû tehma xwe winda dike, baştir e mirov berî bi bidawîbûna kelandinê (yan pijandin, biraştinê) tevlî xwarinan bike. Li malan di kulbikan da diçînin. Ku meriv destî xwe rûyê dixe bihînê xweş belav dibe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Rihan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.