Pirtûk Mîrê Monte Krîsto: Romana Alexandre Dumas

Mîrê Monte Krîsto an jî Kontê Monte Kristo (sernavê fransî: Le Comte de Monte-Cristo) romaneke serpêhatî ye ku ji hêla nivîskarê fransî Alexandre Dumas ve ku di sala 1844an de nivîsandin hatî qedandin.

Ew ligel Sê çekdar yek ji berhêmên herî binavûdeng ên vê nivîskar e. Mîna gelek romanên wî, ew ji pêşnumayên naverokê ku ji alîyê hevnivîskarê wî Auguste Maquet ve hatî berfireh kirin. Berhemê din ê girîng ê Dumas, ku berî kara xwe bi Maquet re hatî nivîsandin, kurteromana ji sala 1843ê Georges bû; ev roman ji bo zanistan balkêş e ji ber ku Dumas di Mîrê Monte Krîsto de paşê gelek fikir û amûrên naverokê dîsa bikaranî.

Mîrê Monte Krîsto

Kontê Monte Kristo

Pirtûk Mîrê Monte Krîsto: Naverok, Wergerên kurdî, Çavkanî
Sernavê xwemalî  Le Comte de Monte-Cristo
Wergêr Menaf Osman / Şengul Ogur
Ziman Fransî
Weşanxane Weşanxaneya Azad ( bi kurdî )
Rûpel 120 rûpel
ISBN ISBN 978-09575612-5-0

Ji bextewariya herî bilind heya karesata herî kûr

Pirtûk Mîrê Monte Krîsto: Naverok, Wergerên kurdî, Çavkanî 
Serlehengê çîrokê Edmond Dantès, bi destê xêzkarê fransî Pierre Gustave Eugene Staal (1888)

Deryavanê ciwan Edmond Dantès di 24ê sibatê 1815an de bi keştiya Pharaon ("Fîrewn") ve vedigere Marsîlyayê. Dantès, ku serbazê yekem e, rêza xwediyê keştiyê Morrel lê digire û tê payîn ku bibe kaptan. Bexta wî ya kesane bêkêmasî jî tekûze: ew hez ji ketelana bedew Mercédès dike, daweta zewaca coteyar peymaneke çêkirî ye. Di bêzaniya xwe de, Dantès qet dîqat nake ku mercên jiyana wî yên bextewar bi zêdebûn xêrnexwaziya mirovên li dora wî zêde dike û hîn kêmtir ew agadar dibe ku ew xwe êrîşbar kir ye. Kaptanê "Fîrewn" Leclère ku alîgirê Napoleon bû, dema rêwîtiyê miribû.

Ew berê li ser nivîna xwe ya mirinê paktek dabû Dantèsê û jê re gotibû ku wê paketê bide sermarşal Henri Gratien Bertrand li girava Elba ku cihê sirgûniya Napoleon bû. Dantès daxwaza dawîn a kaptanê bi cîh anî, nameyek ji Napoleon li Elba re peyda kir û ferman peyda kir ku wê nameyê bide zilamek li Parîsê.

Danglars ku jîmeryarê keştiya Pharaon ye dexesiya Dantès dike, guh dide ser axaftina di navbera Dantès û Leclère û bi şik çavdêriya çalakiyên Dantès li Elbayê dike. Fernand Mondego, masîvanekî ketelanê hejar bi mîzaceke paldanî Mercédès (ku dotmama wî ye) bi xwesteka hov hez dike û dê her tiştî bike da ku dest ji Dantèsê berde, wî tenê neçar e ku dev ji tundûtûjiya berbiçav berde, ji ber ku Mercédès ji bo rewşa wiha bi xwekujiya xwe tehdîd kir. Caderousse, cîranê Dantès, di heman demê de ji nêz ve wekî hevalê ku ew îdîa dike ew nêzikî hevûdu nine.

Di roja pêşêvara zewaca Dantès û Mercédès de Danglars, Mondego û Caderousse li meyxaneyê de bi hev re rû dinên. Danglars ku bêsiûdiya neçalak a Mondego qerf dike, nîşan dide mirov çi dikaribe bike. Ew nameyek îxbarê dinivîse ku Dantèsê wek ajanê Bonapartîst sûcdar dike. Gava ku Caderousse li dijî vê hewildana ramanî pir xeternak protesto dike, Danglars wî bi durûtî bitebitî dike û bi nameyê vedihewîne û jê diavêje, lê wek ku wî bi rast hesiband Mondego dizîka name digire ber xwe û dide birîdexaneyê. Ji ber vê yekê jî entrîka rêça xwe digire, û ji ber encamên bêd, Caderousse ku hemraz bû êdî ditirse ku xwe ji xizmên Dantès re eşkere bike.

Di merasima dawetê de roja din, berî merasîma zewacê, Dantès tê girtin û dozgerê cîgir Gérard de Villefort pêşiyê anî. Villefort, ku berî lêpirsînê dergîstîbûna xwe bi Renée de Saint-Méran pîroz kir, zû dibîn e ku merê ciwan bêziyan e û dixwaz e li ser azadkirina wî ye dema ku ew fêr dibe ku kîjan nameya lihevnekirî ya Napoleon ji wî re tête navnîşan kirin: ji bavê xwe Noirtier de Villefort. Ew alîgirê naskirî ya partiya Napoleon e, dema ku kurê wî berjewendî ji bo gezên malbata keyî a nuha serdest e dixebite. Heke skandal li ser nameyê were zanîn dê karibe bi ciddî ziyanê bide karîyera wî. Villefort lewma nameyê dişewitîne û Dantès bê darizandinê dişîne li zimîndana navdar Qesra Îfê, kelehek li ser girava Îfê li pêşa berderyaya Marsîlyayê.

Pirtûk Mîrê Monte Krîsto: Naverok, Wergerên kurdî, Çavkanî 
Zîndana Qesra Ifê

Zîndankirin, rev û dewlemendî

Gava ku Napoleon dîsa hat ser desthilatê, Morrel yekser hewl dide ku Dantès serbest bibe û bêsûc li piştevaniya Villefort hesibîne, lê ew bi dizî wan dide sekinandin.

Wergerên kurdî

Mîrê Monte Krîsto di 2014an de ji hêla Menaf Osman ve hate wergerandin zimanê kurdî. Di sala 2021an de pirtûk cara duyem ji hêla Şengul Ogur ve li ser sernavê Kontê Monte Kristo dîsa hat wergerandin bi zimanê kurdî.

Çavkanî

Tags:

Pirtûk Mîrê Monte Krîsto NaverokPirtûk Mîrê Monte Krîsto Wergerên kurdîPirtûk Mîrê Monte Krîsto ÇavkanîPirtûk Mîrê Monte KrîstoAuguste MaquetNivîskarRoman (wêje)Sê çekdar (pirtûk)

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

CivaknasîSûrîBêrîtanXîronMihemed Arif CizîrîGunÇiyaBloka rojhilatêSemsûrHecî Qadirê KoyîPeymana LozanêÇiçikGeverGirê MirazanTelefona destanKirmaşanJava (zimanê bernamesaziyê)Rojbîn QizilCejna Remezanê1871ZeravdankAsyaWiki CommonsŞîlanBerkshireAppleÎranCemîl Sidqî ZehawîHelbestvanArîn MîrkanZexeriyanDas ErsteSedam HuseynSerhildana Şêx Seîdê PîranîDîlokPanos11ê gulanêMehmet KarasungurÇelêGola NemrûdêFirîşteElkêMedaXetay (parêzgeh)Nadir NadirovDîroka Rojavaya KurdistanêMalbata BedirxaniyanGola WanêDûpişk (kêzî)KobanîDîcleMetre kûbŞêx SeîdŞerê DimdimêErzîrom (parêzgeh)BelfastDêrika Çiyayê MazîAcaristanKardoxPîvokBaşûrê KurdistanêBersingLouis XIVDilşad SeîdISO 4217Ehmedê Nalbend🡆 More