Sir John Douglas Cockcroft, OM, KCB, CBE, FRS (jdb.
27ê gulana 1897an li Todmorden/Brîtanya; m. 18ê îlona 1967an li Cambridge) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1951î bi tevî Ernest Walton, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Sir John Cockcroft OM, KCB, CBE, FRS | |
---|---|
Jidayikbûn | 27 gulan 1897 |
Mirin | 18 îlon 1967 Churchill College |
Cihê goristanê | Ascension Parish Burial Ground |
Hevwelatî | Brîtanî |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Hevjîn | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di malbateke dewlemend î fabrîkator de hatiye jiyanê. Sala 1914î li zanîngeha Manchester, dest bi perwerdeya matematîkê kiriye.
Bi vegera ji leşkeriyê ve perwerdeya elektroteknîkê dibîne. Li Metropolitan Vickers Electrical Company du salan dersdariyê dike. Sala 1924î dawî li perwerdeya xwe ya matematîkê jî tîne. Sala 1934î li Royal Society Mond Laboratory a Cambridge xebatê dibîne. Sala 1939î dibe profesorê fîlozofiya xwezayê û heman salî dibe gerînendeyekî lêkolînên dûgelê.
Ji bo artêşê hin sîstemên radaran çêdike. Sala 1944î dibe endamek projektên atomenerjîyê ya Kanada. Sala 1954î dibe endamek saziya atomenerjiyê ya Brîtanya.
Sala 1925î bi Eunice Elizabeth Crabtree re evînmarî bûye (zewiciye).
Li Cavendish-Laboratorium bi tevî Pyotr Kapitsa li ser fîzîka meydanên manyetîk û germahiyên ekstrem û awarte lêkolîn kiriye. Ji sala 1928î pê ve bi tevî Ernest Walton li ser protonan xebitiye. Cara pêşîn wî, bi tevî Ernest Rutherford îzaha mîsogerî ya sîklotronê kiriye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article John Cockcroft, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.