Hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê 2023, hilbijartinek pêşwext a serokkomariyê ye ku di 14ê gulana sala 2023an de ji bo diyarkirina serokkomarê Tirkiyê hate lidarxistin.
Di 14ê gulanê de hilbijartina serokkomariyê û di heman demê de hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2023an hatin kirin. Lijneya bilind a hilbijartinê biryar daye ku gera yekem a hilbijartina serokkomariyê di 14ê gulanê de ye, û eger di gera yekem de serokkomar neyê hilbijartin, di 28ê gulanê de gera duyem were kirin.
Hilbijartina dawî ya serokkomariyê di 24ê hezîrana 2018an de hatibû lidarxistin. Ev jî destpêka reformên destûrî bû ku ji referanduma 16ê nîsana 2017an derketibûn holê: Pergala parlamenter hat guhertin û wergeriya pergala serokatiyê. Di encamê de serokkomar di heman demê de bû serokê hikûmetê. Di tûra ewil a hilbijartina 2018an de serokkomarê niha Erdogan bi %52,6ê dengan bi ser ketibû.
Ji sala 2019an û vir ve serokê şaredariya Stembolê Ekrem Îmamoglû rikberê cidî yê Erdogan bû, heta ku di kanûna 2022an de bi îdiaya ku heqaret li komîsyona hilbijartinê kiriye du sal cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê lê hat birîn. Ev biryar wek biryareke siyasî tê nirxandin.
Di Çile 2023an de, îtîfaqek şeş partiyên mixalefetê (di nav de ya herî mezin: CHP) manîfestoya xwe ya hilbijartinê pêşkêş kir. İyi Parti ya ku Meral Akşener serokatiya wê dike, di destpêka adara 2023an de ji ber ku nexwest serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek namzedê serokkomariyê bipejirîne, demeke kurt ji tifaqê derket. Li şûna wê, wê Ekrem Îmamoglû an jî Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş pêşniyar kir. Lê İmamoğlu û Yavaş berê jî dabûn zanîn ku ew naxwazin an jî nikarin bibin namzet. Di heman mehê de İyi Partî vegeriya tifaqê û paşê Kiliçdaroglu wek namzetê serokkomariyê yê hevpar hat ragihandin. Hat destnîşankirin ku her du şaredarên ku ji aliyê İyi Partiyê ve hatine pêşniyarkirin, di hilbijartinan de bi ser bikevin wê bibin cîgirên serok.
Di sibata 2023an de, du erdhejên bihêz li bakurê Kurdistanê û hin deverên Sûriyê qewimîn û zêdetirî 52 hezar kes miribûn. Gotûbêj hat kirin ka ev yek dê bibe sedema guhertina dengdanê di nav gel de. Di nava partiya desthilatdar AKPê de paşxistina hilbijartinan hate nirxandin. Lê belê, Erdogan biryar da ku roja hilbijartinê bimîne; Paşxistin wê bigihîşta 10. salvegera berxwedana Geziyê.
Di 10ê adara 2023an de hilbijartinên pêşwext ên serokkomar Erdoğan bi biryarnameyekê hat ragihandin û 14ê gulana 2023an wek roja hilbijartinê hat destnîşan kirin.
Wekî ku li Fransayê, pergala du-dor tê bikaranîn. Ger di tûra yekem de yek ji namzedan nikaribin piraniyek mutleq bidest bixin, du hefte şûnda serokkomar di gera duyemîn de tê hilbijartin.
Her hemwelatiyê Tirkiyê yê ku mafê hilbijartinê yê wekîliyê heye, temenê wî gihîştiye 40 salî û xwendina zanîngehê qedandiye, mafê hilbijartinê heye. Li gorî destûra bingehîn, namzetek bi pêşniyara nivîskî ya herî kêm 20 parlamenteran tê destnîşankirin. Bi ser de jî, partiyên ku di hilbijartinên parlemanî yên dawî de herî kêm ji sedî 10 dengan bi dest xistine, dikarin namzetekî hevpar destnîşan bikin. Namzetên serbixwe, an jî berendamên ku partiya wan van şertan pêk naynin, hewceyî 100,000 îmzeyên noterî yên dengdêrên xwedî maf in. Di navbera 22-27ê adara 2023an de wan îmzeyan berhev kiribûn.
Li gorî qanûnên ku di referandûma 16ê nîsana 2017an de ji bo guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê hatin qebûlkirin, namzetê serokkomariyê ku di gera yekem de neyê hilbijartin bi pergalek du geran de tê hilbijartin ku divê piraniya dengên derbasdar (herî kêm ji sedî 50 + 1 deng) bê bidestxistin. Ger ti berbijêr piraniya pêwist bi dest nexist, di gera yekem de di navbera her du berbijêrên ku herî zêde deng girtine de gera duyem tê lidarxistin û piştre namzedê ku piraniya mutleq bidest xistiye tê hilbijartin.
Li gorî qanûnên ku di 21ê cotmeha sala 2007an de di referanduma guhertina makezagona Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin: Serokkomar ji bo 5 salan rasterast ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Li gorî qanûnên hilbijartinê kesek herî zêde ji bo du serdeman dikare wekê serokkomar were hilbijartin. Lê li gorî benda 116'an a destûra bingehîn, eger hilbijartina dawî bi piraniya dengên parlamenterên Meclîsa Tirkiyeyê were nûkirin, serokkomar dikare careke din ji bo serdema sêyem bibe namzet. Eger Serokkomar bi rayeya xwe meclîsê nû bike, nikare cara sêyem bibe namzetê serokkomariyê.
Li gorî benda 101ê ya destûra bingehîn a Tirkiyeyê, ji bo ku namzedek beşdarî hilbijartinên serokkomariyê bibe, partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên herî dawî yên parlamenê de bi tena serê xwe yan jî bi hev re %5 ku dengên derbasdar bidest xistine, yan jî komek partiyên siyasî ku herî kêm 20 parlementerê wan li parlamenê heye dikarin namzetan destnîşan bikin. Ji aliyê din ve kesên ku di lijneyên hilbijartinê yên navçeyan de herî kêm ji 100 hezar hilbijêran îmze kom bikin dikarin bibin namzetê serokkomariyê.
Hevpeymaniya komarî | Hevpeymaniya milletê | Hevpeymaniya ked û azadiyê | Hevpeymaniya ata | Yekitiya hêzên sosyalîst | |||||||||||||||||||||
Recep Tayyip Erdoğan | Kemal Kılıçdaroğlu | Nehatiye diyarkirin | Sinan Oğan | Nehatiye diyarkirin | |||||||||||||||||||||
AKP | MHP | BBP | HÜDA PAR | YRP | ANAP | OP | CHP | İYİ | DEVA | GP | SP | DP | HDP | TİP | EMEP | EHP | TÖP | ZP | AP | ÜP | TÜİP | SOL | TKP | TKH | DH |
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (adar 2024) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê 2023, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.