Hesîçe yan jî Hisiça, herwiha Hesekê (bi erebî الحسکة, al-Hasakah) parêzgeheke Rojava ye ku li wî welatî piraniya xelkê wê kurd in û hinek suryan, aşûr, kildan, ermen, çerkez, cihû, ereb, tirkmen û êzdî hene.
Parêzgehê Hesîçe dikeve nav Rojavayê Kurdistanê.
Parêzgeha Hesîçeyê "Bûka Cizîrê" "Dilê Dicle û Firatê" "Ah-Hasakah" مُحافظة الحسكة | |
Cih | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Rojavayê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Kurdistan |
Serbajar | Hesîçe (Hesekê) |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2009) | 1.800.000 kes |
Rûerd | 23.334 km2 |
Berbelavî | 61,8 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 4 navçe |
Agahiyên din | |
Dem | Bi ser dema Europa ye |
Koda telefonê | +963 |
Parêzgeha Hesîçe li rojavayê Kurdistanê ye û li bakurê Sûriyê dikeve. Çemê Ceqceq û Xabûr tê ve diherikin, çemê Xabûr yê ku ji Serê Kaniyê tê û pê ve tê xwarê bi aliyê başûr ve, ta ku bi çemê Firat re dibe yek nêzîkî Dêrezorê. Piraniya xelk û nîştevanên Hesîçeyê kurd in. Hijmara nîştevanên Hesekê dighê zêdetirî du milyonan[çavkanî hewce ye].
Ev parêzgehe li ser çar deveran û çardeh herêman tê parçekirin. Hesîçe bi petrol û genimê xwe tê naskirin. Herwiha zeviyê wê yî neftê li Rimêlan û Hol û Çipsa ne. Piraniya nîştevanan çandinê dikin. Bi taybetî di çandina genim û pembo û fêkî wek sêv û tirî de pir navdar e.
Ji girîngtirîn bajar û bajarokên Hesîçeyê, Qamişlo, Tirbespî, Serê Kaniyê, Dêrik, Amûdê, Çilaxa û Şedadê. Hîna jî gelek bajar û bajarok tê de hene. Hijmara tevahiya gundewarên Hesîçeyê dighêje 1717 kesî. Hesekê parêzgeheke pir mezin di Rojavayê Kurdistanê de ye û bi taybetî di Kantona Cizîrê de.
Hejmara xelkên vê parêzgehê bêtir ji 2.000.000 kesan e. Bajarên serekî yên parêzgeha Hesîçeyê Qamişlo, Hesîçe (Heseke), Amûde, Dêrik, Serê Kaniyê, Tirbespî, Girê Koçer, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbêsî, Şedadî û Holê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hesîçe (parêzgeh), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.