Hadassa Yeshurun (jdb.
li Binyamina , Îsraêl) stranbêjeke îsraêlî ye ku bi eslê xwe kurda cihû ye . Ew bi zimanên îbranî, kurdî (kurmancî û soranî) û suryanî û carînan bi farisî , erebî û tirkî jî distre .
Hadassa Yeshurun | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | Binyamina , Îsraêl |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Stranbêj |
Salên çalak | 1991–niha |
biguhêre |
Hadassa Yeshurun ji çar bira û du xwişkan biçûktirîn e. Bavê wê xaxamek ku li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û diya wê dema ku ew li Şino, bajarekî Rojhilata Kurdistanê dijiya, nas kir. Dêûbavên wê piştî zewacê zû koç kirin Îsraêlê. Wê çar salan lîse xwend û du salan Bawernameya Perwerdehiya Mamosteyên Dibistana Seretayî li zanîngehê qedand. Kariyera wê ya hunerî di çar saliya xwe de dema ku wê di partiyên baxçe de ji bo malbatê stran digotin dest pê kir. Ew di koroya lîseyê de solîst bû. Wê di astek neteweyî de koro birêxist û lîst. Heta niha wê 7 albûm çêkiriye; 2 bi îbranî û 5 albûm jî bi Kurdî û Suryanî. Yeshurun wekî hunermendek gelek caran li Îsraêl û li dervayî wê xuya dibe . Di warê civakî de, ew di dawetên malbatî û şahiyên malbatê de (wekî partiyên henna) û her weha di bûyerên civaka Kurd-Cihû de xuya dike. Ew hat vexwendin ku di radyo û wêneguhêzê de xuya bike û hevpeyivînê bike, û profîla wê di gotarên rojnameyên neteweyî de derketiye.Ew ji hêla Israel Magazine ve wekî Balyoza gelê Kurd hate bijartin ew di pêşandanek realîteyê de derket ku hemî gelên Îsraêlî wekî stranbêjekî Kurd temaşe dikin. Ew wekî stranbêjekî kurd, heta Orkestraya Fîlharmonî ku wê vexwendibû ku bi Kurdî stranan bêje, ew hat vexwendin bernameyên radyo û wêneguhêzê. Hadassa Yeshurun digel mêr û kurê xwe li bajarê Holon, nêzîkê Tel Aviv dijî.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hadassa Yeshurun, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.