Gûran an jî Goran, li hinek herêmen Kurdistan ji xelkên negirêdayî eşîran re dibêjin.
Beşekê Kurdan li başûrê welat girêdaye eşîran nîne. Ji wan re kurdên eşîrî dibêjin Gûran. Pirraniya gûranan zûda dest ji koçerbûne berdane, di gundên axayên eşîran de wek mirêban dijîn û xelkên eşîrî wan xof dibînin.
Gûran bi taybetî li herêma Gûran (Gûran (herêm)) jiyan dikin. Di vê mintiqe de eşîreke mezin jî bi navê gûran heye. Li ser pêwendiya gûranên bêeşîr û eşîra gûran gelek guftûgoye gûr tên meşandin; hinek kes baveriya wan ewe ku eşîra gûran ji gûranan qetîyaye, hinek jî baldikşînin ser cûdatiya gûranan û eşîra gûran û îda dikin kû pêwendiya wan bi hev re tune ye.
Li gor Mînorsky navê Gûranan û Gûran di etîmolojiyên xwe de jî cûda ne. Herwaha li gor wî navê Gûranan ji gawberekan (ên ku bi gaan koçdibin) û navê Gûran (eşîra Gûran) ji gebr (farisî: gavir) tê.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gûran, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.