Cinsê leqatên aviyan (herwiha famîleya leqatên aviyan), cinsê simbilên aviyan, cinsê zîpzîpeyan (Aponogeton) ji desteya Alismatales, navê cinseke riwekan e.
Ji ber ku di di famîleya xwe de, wekî cins, bi tenê ye, navê xwe dide famîleyê jî.
Di gelek zimanan de, ji ber ku ev navê cinsekê ye, jê re dibêjin cinsê leqatên aviyan. Di desteya Alismatales de wekî sinbil, zîpzîpe tenê ev malbat heye. 43-48 (an jî 47-55) endamên vê cinsê hene. Li herêmên tropîk û subtropîk digihên. Bi taybeti li başûrê Afrîkayê û girava Madagaskarê tê dîtin. Li Asya, Awistraliya jî ne pirr kêm e.
Hin endamên vê cinsê di masîdankan (akvaryûm) tên bikaranîn, masîdankan dixemilînin. Li hin welatan ji bo masîdankan tên çandin. Ji ava şîrîn hez dikin. Ango ne li peravên deryayan, li aviyan digihên.
Sîstematîk
Cara pêşîn sala 1782'yê bi pirtûka xwe Supplementum Plantarum,ji aliyê Carl von Linné yê ciwan ev cins (herwiha famîle) terîf kiriye, jê re Urirandra Thouars ex Mirb gotiye. Navê niha Aponogetonaceae sala 1856'ê Jules Émile Planchon diBotanical Magazine de bikaraniye.
Aponogeton abyssinicus Hochst. ex A.Rich.) * Aponogeton afroviolaceus Lye
Aponogeton angustifolius Aiton
Aponogeton appendiculatus H.Bruggen
Aponogeton azureus H.Bruggen: Tenê li bakurê Namîbyayê tê dîtin.
Zîpzîpeya Bernier (Aponogeton bernierianus (Decne.) Hook. f.): Welatê wê Madagaskar e.
Aponogeton bogneri H.Bruggen
Zîpzîpeya Boivins (Aponogeton boivinianus Baill. ex Jum.): Welat Madagaskar e.
H. W. E. van Bruggen: Monograph of the genus Aponogeton (Aponogetonaceae), Di: Bibliotheca Botanica, 1985, VIII, Heft 137, ISBN 3-5104-8008-2
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Famîleya leqatên aviyan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses. ®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.