Bero Bass (jdb.
11ê nîsanê 1980 li Amed; navê berê yê fermî/tirkî Bernas Avşar) rapvanekî kurd-alman e.
Bernas Avşar sala 1980yê li Amedê tê jiyanê. Malbata wî di dawiya salên 80'yî tê diçe Almanyayê. Bass li Kölnê mezin dibe.
2007ê Bero Bass bi tevî OJ Kingpin fîrmayeke ewlekariyê dadimezrîne La Honda. Tebaxa sala 2007ê yekemîn duo-albûma xwe dertîne, Gorillas im Nebel. Albûm ji aliyê German Dream Entertainment ve tê derxistin û tê de keda Baba Saad, Ceza, Eko Fresh, Farid Bang, Killa Hakan û Summer Cem jî heye. 2008ê duyem albûm derdikeve, La Honda Nostra, di viya de herwiha Azad, Jonesmann, Manuellsen û Valezka cihdigirin. Di hevpeyvîneke xwe de Bero Bass dibêje La Honda „dengê gelê kurd e“.
Di îlona sala 2009ê Bero Bass yekem soloalbûma xwe, Basstime'ê dertine. Ev albûm ji aliyê Carioca Musicê ve tê derxistin.
Bêî dilê xwe tevlî pevçûnekê dibe û tê darizandin. Lê 2 sal cezayê zîndanê û 7000 Euro yê diravî tê birrîn. 21ê nîsana 2011, soloalbûma duyem dertîn Gangstafilm. Di viya de, Şivan Perwer jî cih digire.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Bero Bass, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.