Îndexsa birçîbûna gerdûnî, yan jî pîvana rewşa birçîbûna mirovan li cîhanê, (bi inglîzî: Global Hunger Index (GHI)) amûrek e ku hewl dide ku li gorî raporên ku hêla saziyên civakiyên sivîl ên ewropî yên Concern Worldwide û Welthungerhilfe ve li herêm û li welatan hatiye amadekirin, birçîbûnê li seranserê cîhanê bipîve û bişopîne.
Îndeks salane tê hesab kirin û encamên wê di raporek ku her sal ku di meha cotmehê de tê weşandin de, tê diyarkirin.
Rapora Îndeksa birçîbûna li cîhanê ya 2022an li çaraliyê cîhanê rewşek birçîbûna dramatîk nîşan daye. Xebatên gerdûnî ya di bidawîkirina birçîbûnê de nêzîkê rawestanê ye. Di nav sedemên sereke yên birçîbûnê şerên ku di salên dawiyê de rûda dane, krîza avhewa û encamên aborî yên pandemiya COVID-19 hatiye diyarkirin.
Yekem rapora ku di sala 2006an de ji aliyê îndeksê ve hatiye amadekirin di destpêkê de ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Siyaseta Xwarinê ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî (IFPRI) û Welthungerhilfe ya Almanya ve hatiye weşandin. Di sala 2007an de, Saziya civakiyên sivîl ya îrlendî Concern Worldwide dibe weşanger. Di sala 2018an de, IFPRI ji projeyê vekişiya û Îndeksa birçîbûna gerdûnî bû projeyek hevbeş a Welthungerhilfe û Concern Worldwideê.
Îndeksa birçîbûnê ya gerdûnî pîvanek piralî ya birçîbûna neteweyî, herêmî û gerdûnî bi destnîşankirina xalek jimarî ya li ser bingeha çend aliyên birçîbûnê amade dike. Piştre re welat ji hêla xala îndeksê ve têne rêz kirin û li gorî pîvanên berê yên ji sê salan mînak têne berhev kirin (mînak, xalên ÎBG ya 2022an rasterast dikarin bi xalên ÎBG yên 2000, 2007 û 2014 re bêne berhev kirin) ku bi demê re nirxandinek maqûl bêne peyda kirin. Digel pêşkêşkirina xalên îndexê, ÎBG gotarek vedigire ku her sal mijarek balkêş a ku bi birçîbûnê ve girêdayî ye vedihewîne. Rapora sala 2022an balê dikişîne ser çalakiya civakê ku serokên herêmî û hemwelatiyan di başkirina rêvebirin û berpirsiyariya pergalên xwarinê de vedihewîne û pêşnîyarên polîtîkayê dide ka mirov çawa bersivê dide rewşên awarte yên heyî û di heman demê de pergalên xwarinê jî diguhezîne ku ew wekhevtir, berfirehtir, domdarî û zexm bin.
Li ser bingeha nirxên çar nîşaneyê, xaleke ÎBG li ser pîvanek 100-xalî tê hesibandin ku giraniya birçîbûnê nîşan dide ku 0 xala herî çêtirîn e (bê birçîbûn) û 100 jî xala ya herî xirab e. Xala ÎBG ya her welatekî ji hêla rewşa giran ve, ji rewşa nizm û heta rewşa zehf xeternak ve tê dabeş kirin.
Ast | Giranî |
---|---|
Rewşa nizm (xeterank tineye) | 9.9 |
Rewşa navînî (normal e) | 10.0-19.9 |
Rewşa tewa (cidî, kêm xeterank e) | 20.0-34.9 |
Rewşa acizane (xeterank e) | 35.0-49.9 |
Rewşa xeternak (rewşa herî xirab e) | ≥ 50.0 |
Îndeksa birçîbûna gerdûnî 4 dabeşên nîşaneyan berhev dike:
Di sala 2022an de daneyên 136 welatên ku pîvanên tevlêbûna di ÎBGyê de bicîh anîne, hatine nirxandin û xalên ÎBG ji bo 121 ji wan welatan li gorî daneyên 2017 û 2021an hatine hesab kirin. Daneyên ku ji bo hesabkirina xalên ÎBGyê têne bikar anîn ji çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî yên ku hatine weşandin (Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, UNICEF û Koma Nav-ajansê ji bo Texmîna Miriniya Zarokan), Banka Cîhanê û Demografîk û Lêkolînên Tenduristî hatine wergirtin.
Ji bo 15e welatan xalên (pûan) takekesî nehatine hesab kirin û ji ber kêmbûna daneyan rêze nehatine diyarkirin. Li gorî daneyên din ên ku hatine weşandin, 8 welat bi giranî bi demkî hatine destnîşankirin. Ji bo 7 welatên mayî jî daneyan têrê nekir ku rê bidin hesabên ÎBGyê yan jî demkî bidin werin kategorîzekirin.
Di navbera salên 2010 û 2022an de mijarên sereke ev bûn:
Ji xeynî rapora ÎBG ya salane, Îndeksa Birçîbûnê ji bo Dewletên Hindistanê (ISHI) di sala 2008an de hatiye weşandin û Îndeksa Birçîbûnê ya Bin-Neteweyî ji bo Etiyopyayê di sala 2009an de hatiye weşandin.
Li gorî pêşbîniyên ÎBG ya sala 2022an, cîhan û bi taybetî 46 welat heta sala 2030an bigihîjin asteke nizm a birçîbûnê. Dibe ku rewş li ber krîza aboriya heyî ya gerdûnî ya li pêy hev xirabtir bibe. Faktorên nakokiyan (şer û pêvçûn), guherîna avhewayê û bandora pandemiya COVID-19 ya li ser aboriyê, dibe sedema herî girîng ên birçîbûnan. Şerê li Ûkraynayê bihayên xwarin, sotemenî û gubreyê yên gerdûnî zêdetir zêde kir û potansiyela wî heye ku di sala 2023an de li welat û li herêmên ku di bin xeterank a birçîbûnê de ye, rewşa giran xirabtir bike. Rewşa birçîbûnê ya gerdûnî ya ku ji sala 2000an vir ve li gorî ÎBGyê çêtir bûye, di van salên dawî de pêşveçûna erênî bi giranî rawestiyaye. Xala ÎBG ya sala 2022an ji bo cîhanê nerm tê hesab kirin lê di 18.2 de, ew ji xala 2014an a 19.1ê tenê kêmbûnek sivik nîşan daye. Dema ku xala ÎBG ya gerdûnî di navbera salên 2007 û 2014an de ji 24,3an daket 19,1ê bi daketina 5,2 xalan ve, ji wî demê ve tenê 0,9 xal kêm bûye. Piştî kêmbûna dehsalan, nîşaneyek ÎBGyê dide nîşan ku berbelavbûna kêmxwarinê, nîşan dide ku rêjeya mirovên ku bi rêkûpêk negihîjin kaloriyên têr zêde bûne. Ev rewş dikare bibe nîşanek ku nîşanên birçîbûnê yên din jî berevajî dibin.
Birçîbûn hem li Asyaya Başûr (ku birçîtî herî zêde ye) hem jî li Afrîkaya Başûrê Çolê (ku birçîbûn di rêza duyemîn de ye) di rewşek tewa (cidî) de ye. Asyaya Başûr xwedan rêjeyên herî bilind ên ku zarok li gorî temenê xwe kurt dimînin û zarokan ku li gorî temenê xwe sivik in. Li Afrîkaya Başûrê Çolê, berbelavbûna kêmxwarinê û rêjeya mirina zarokan ji her deverên din ên cîhanê zêdetir e. Li Parçeyên Afrîkaya Rojhilat yek ji hişkesaliyên herî dijwar ên di 40 salên borî de dijîn ku jiyana bi mîlyonan kesan di xeternakê de ye. Li Rojavayê Asyayê û Afrîkaya Bakur ku birçîbûn nerm e, nîşaneyên bi fikar ên berevajiya rewşa heyî hene. Li Amerîkaya Latînî û Karîb, Asyaya Rojhilat û Asyaya Başûrrojhilatê, Ewropa û Asyaya Navendî rewşa birçîbûnê kêm têne dîtin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Îndeksa birçîbûna gerdûnî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.