Welatê Min Şahtamarê Min

Pirtûka Ahmed Arîf a dudyane.

Ev pirtûk piştî mirina helbestvan, di hêla lawê wî da hinik helbestên nû hinik ên ku berê di kovaran da hatîye weşandin di vê pirtûkê da hatîye berhevkirin.

Pirtûk di sala 2003 da di nav weşanên Everest da derketîye.


Min evîna te hêdî hêdî Min evîna te mirse-misre Li  ser diranên margîskan neqisand, Li diranên bi jehr, Biçiranek, kertik… 
Li ser simêla werşeq Ku çavên wî cotek dojeh Bêhna xwîne ketîye poz  Û bengî… 
Min evîna te hêdî hêdî Min evîna te mirse-misre Li ser dilên pola ên çiya neqişand Li ser gûzana çîl-hîşîn a birûska Lo min di girtîgehan da ji te hezkirîye Di sirgûnan da. Welatê min şahtamarê min… 
Li bilindayiyên te cemed Û berf, Kêrgûyên hişîn ên çîyayî Marên zemheri  Ku gava tavê le dida sor dibû Û Eyloyên herî rind ên dinyaye  Ku bi xişmek yaqûtî Diçîrûskîn  

………………………. ……………………….

Tu li ser ser û ser çavê min e Tu li ser bêdengî û ser qerîna min e…… Li tu dosyayên dizî Li tu pirtûken vekirî Ji navê te bêtir sîleh Ji qedera te bêtir guneh Nehatîye  nivisandin 
Li dû te harên Dravên bi xwîn Yanî seyên dolaran Gurên sterlîn û zêran Û Nemrûdên neftan Û Yezîdên zirîçan…. 

……………… ………………

Tu li revê da, li mişextiyê da Di hewla can da yê….. Û miriyên zarokan Hatiye perçekirin Ku hîn bêhna şîr jêdihat. Û miriyên dayîkan Dayîkên bejn zirav, cîwan Çav vekirî. Gelê min Li ber sêdaran aşît….  

Tags:

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Deryaya KarîbêÇerxa Şoreşê (marş)SiyonîzmAfrîkaNavçeya demjimêrî26ê kanûna paşînLawrasyaXiristiyanîCakarta29ê gulanêRojhilata NavînKildanîDêrsimZimanê erebîErdheja Gurgum û Dîlokê 2023AmîdîTaksonomî (biyolojî)Cengîz XanSüddeutsche ZeitungMamekîAlmanyaya RojavaQonyeÇiyayên Hindokûşê2024KatolîkAzerî (gel)ŞamRabindranath TagoreBûyerên Giyadînê 2015PeştûnZîpik4ê gulanêŞêr û RojYosîf StalînMihemed ŞêxoBrias18ê nîsanê22ê îlonêÎdir (parêzgeh)EfesosABBARihaXwedêXorasanMecaristanFerhat KurtayBulgaristanHip-hop (muzîk)17ê sibatêMazenderanî (gel)Deryaya ÇukçîPangeaTeyrN19ê kanûna pêşînNexweşiya Koronayê 2019-2020TiryakMela OmerAmerîkaya BakurHewramîDesmond TutuSelahedînê EyûbîMarksîzm-LenînîzmZerdeştîEstuaireFirindeBréhandBelarûs🡆 More