Teleskopa fezayê ya Hubble an jî Teleskopa esmanî ya Hubble (bi inglîzî: Hubble Space Telescope (HST)) teleskopa fezayê ku di sala 1990an de ber xulgeha Zemînê ya nizm hatiye şandin, û hê li kar e.
Tevî ku ew ne teleskopa esmanî ya pêşîn jî be, Hubble ya herî mezin û piralî ye. Teleskopa Hubble bi navê esmangerê amerîkayî Edwin Hubble binavkirî ye.
Teleskopa Fezayê ya Hubble | |
---|---|
Welat | |
Dirêjbûn | 13,25 m |
Rûerd | |
Malper | hubblesite |
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Neynika wê 2-4 metre e.[çavkanî hewce ye] Xulgeha Hubble ku li derveyî çelexwariya atmosfera Erdê digere, rê dide wê wêneyên bi kalîteya zêde bikşîne, ji ber ku ronahiya paşxaneyê ji teleskopên zemînî gelek kêmtir e. Hubble wêneyên ronahiya berçav ên herî kitekit kişandin, rê dide bergeheke kûr ber valageh û demê. Gelek ji çavdêriyên Hubble astrofizîkê pêş xisitye, wek diyarkirina rêjeya radana gerdûnê.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Teleskopa Fezayê ya Hubble, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.