Têkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê

Têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê hemû têkilîyên di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hene dihundirîne.

Têkiliyên Iraqê û Tirkiyeyê piştî şerê cîhanî yê yekem di bin sîbera Brîtanya destpê kir. Piştî di navbera van hersê dewletan de Pirsa Mûsilê hatiye çareser kirin li sala 1928ê li Iraqê jî li Tirkiyeyê jî balyozxaneyan van herdu dewletan vebûn û dest bi têkiliyên dîplomatîk kirin. Lê tesîra Brîtanî heta serxwebûna Iraqê ya sala 1932ê jî dewam kir li ser Wezareta Derve ya Iraqê.

Iraq–Tirkiye
Têkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê
Têkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê
Tirkiye
Têkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê
Iraq

Nêrîna giştî

Piştî çareserkirina hidûdên Îran û Tirkîyeyê, pirsgirêkên hidûdî yên Îran û Iraqê jî li 4ê tîrmeha 1937ê bi taybetî pirsgirêka Şetelereb hate çareser kirin. Her wiha hindek pirsgirêkên hidûdî di navbera Îran û Efxanistanê jî de hebûn. Ev xebatên han, rê da van welatan ku piştî pirsgirêkên hidûdî, di pirsgirêkên din de jî çareser bikin. Bi taybetî Kurdistan di navbera Îran, Tirkîye û Iraqê de hatibû parçe kirin û xetera avabûna Kurdistanê di nav dilê van her sê dewletan de hebû. Ji ber vê sebebê, van hersê dewletan û efxanistanê xwestin bi hevra hevpeymaneke din destnîşan bikin. Li 8ê tîrmeha 1937ê de di navbera van hersê dewletan de Hevpeymana Neêrişkirina Hev hate destnîşan kirin. Ji ber ku ev hevpeyman li qesra Sadabadê hatîye destnîşan kirin, jê re dibêjin Peymana Seedabadê an jî Pakta Sadabadê. Ji bilî Efxanistanê, endîşeyên dewletên din ya esas pirsgirêka kurdan bû. 10 madeyên hevpeymanê hebûn û çar ji wan rasterast behsê kontrolkirina kurdan dike

Li sala 1946ê van herdu dewletan Peymana Hevkariyê ya Tirkiyeyê û Iraqê 1946 destnîşan kir.

Wisa hatibû dîyar kirin ku her pênc salan carek ev hevpeyman dê dîsa were destnîşan kirin. Lê li sala 1955ê ji ber xetera Sovyetan Hevpeymana Bexdadê hate destnîşan kirin. Ji ber vê girîngîya Hevpeymana Sadabadê ber bi kêmê ve çû. Li sala 1980ê de jî ji ber şerê Îran û Iraqê ev hevpeyman ji holê rabû.

Li sala 1958ê li Iraqê derbeya lêşkerî çêdibe û ev dibe sedema xerabûna têkiliyên Tirkiyeyê li gel Iraq û Sovyetan. Wek tê zanîn ev derbeyeke sosyalîst bû û Tirkiyeyê jî wisa difikirî ku ew ê ji aliyê sosyalîstan vê bê dorpêçkirin. Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Fatih Rüştü Zorlu daxuyaniyeke xwe de dibêje ku li Iraqê 500 hezar tirkmen dijîn û dixwazin wan biparêze. Dijî van gotinan Kruşçev daxuyaniyekê belav dike ku eger Tirkiye liveke leşkerî bike, Sovyet jî dê bersiveke leşkerî bide Tirkiyeyê

Peymana Mûsilê (5 xizîran 1926)

Peymana Hevkariyê ya Tirkiyeyê û Iraqê 1946

    Têkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê  Gotara bingehîn: Peymana Hevkariyê ya Tirkiyeyê û Iraqê 1946

Peymana Bexdayê(1955)

Peymana Ewlehiyê (1983)

Li destpêka sala 1983yê Tirkiyeyê bi Iraqê Peymana Hevkarî û Ewlehiya Hidûd destnîşan kir. Piştî vê peymanê Tirkiyeyê li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonan kir.

28 gulana 1983yê yekem car dewleta tirk li Iraqê dest bi operasyona derveyî hidûd kir.

Li cotmeha 1984ê dewleta Iraqê rêda Tirkiyeyê ku şopa germ li dijî tevgerên kurdan bike li Başûrê Kurdistanê

Li salên 1990an Bulent Ecevit dixwast ku sinorê Iraq û Tirkiyeyê bê biguherîn. Diparastin ku sinorê Tirkiyeyê divêt 25 km yan bikeve nav axa Iraqê

Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bo Iraqê

Tirkiyeyê piştî çalakiyên PKKê gelek operasyon lidarxistin li dijî PKKê, bi giştî;

  • 28 gulan 1983
  • 15 tebax 1987
  • 6 gulan 1992: Doğan Güreşê sererkanê berê Tirkiyeyê li ser vê operasyonê wiha dibêje; Li sala 1992yê hêzên Barzanî Telebanî federasyon îlam kir. Rojev ser vê derbas bû me jî operasyon bir herêmê. Armanca me PKK nebû, astengkirina federasyonê bû
  • 20 adar 1995
  • 14 gulan 1997

Mijarên têkildar

Çavkanî

Tags:

Têkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê Nêrîna giştîTêkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bo IraqêTêkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê Mijarên têkildarTêkiliyên Iraq Û Tirkiyeyê ÇavkanîTêkiliyên Iraq Û TirkiyeyêBrîtanyaIraqPirsa MûsilêTirkiyeŞerê cîhanî yê yekem

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

2024KelhûrîHozan ComertBahoz (fîlm, zazakî)Senatoya Dewletên Yekbûyî yên AmerîkayêDavid J. GrossQizilbaşAlfabeyên kurdîIraqBurger KingLîsteya kodên ISO yên dewletanÇarşemBîrûnîBizinÇiriya pêşînDîroka ÎranêKeltKemal TolanSîstema XY ya diyarbûna zayendêMakaoWîkîferhengŞerê Rizgariya TirkiyeyêMalperGelheKebanFutbolTelekomunîkasyonÎndonezyaDînoMehmet Karasungur1985Girê MozanEhmedê XanîXelata NobelêDewleta MemlûkanDîlokCaitlin BellQonyeNaveroka azad.snXanedaniya osmanîÎran24ê nîsanêRojavaya KurdistanêYarsanVladîmîr PûtînDeyosesSosin1922Hewlêr (paytext)LondonJaponBilûrvanê gundê mişkanNivîskarMuzîkOmerKawayê HesinkarŞakiroÛkraynaÇiyayê KolîbabaBender EbbasBlogMehmûd KaşxerîÇiyayên XamirpêtêMîr MuhemmedTaylendaŞuşQesraDinya (gerstêrk)🡆 More