Sênîkufte, kufteya sêniyê navê kufteyeke pêjgeha kurd e.
Herwiha gelê cîran suryanî jî dizanin û dixwin. Li vir terîfeya variyanta parêzgeha Dîlokê tê dayîn.
Ji sêniyê re berkêş, mersef, mejmexe, macme, lapir, cifnî, sifrî dî dibêjin. Ji ber ku zimanzanên kurd li ser xebat nekirine, ji van binavkirina kîjan navê hevwate, kîjan cure ne, ne kivşe ye.
Têkela kufteyê amade bikin. Sêniyekê bi rûn bikin. Nivê têkela kufteyê ya bo derveyê kufteyê bigirin, li ser sêniya rûnkirî raxînin. Têkela hundir jî li ser raxin. Derê kufteyê bi ser hundir de bînin, wekî xingalê, bidewisînin.
Berê mergeyê paşê jî rûnê zeytê bi ser de werbikin, bidin xwarin. Bavêjin firneyê (firûn) bipijînin. Hûn dikarin destexaneyê (sifre) gorî kêfa xwe bi hêşînahiyê bixemilînin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Sênîkufte, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.