Ottawa, paytexta Kanadayê ye ku bajar li beşa başûrê parêzgeha Ontario, li xala tevêhevbûna Çemê Ottawayê û Çemê Rîdawê hatiye avakirin.
Ottawa tixûbê Gatineau, Quebec û bingeha qada metropolî ya Ottawa-Gatineau (CMA) û herêma paytexta neteweyî (NCR) pêk tîne. Li gorî daneyên sala 2021an nifûsa bajarî ya Ottawayê 1.017.449 kes e û nifûsa metropolî 1.488.307 kes e ku bajar bi vê nifûsê dibe çaremîn bajarê herî mezin ê Kanadayê û dibe çaremîn devera metropolî ya herî mezin ê li Kanadayê.
Ottawa | |
---|---|
| |
City of Ottawa | |
Ottawa li ser nexşeyê | |
Koordînat: 45°25′29″Bk 75°41′42″Ra / 45.42472°Bk 75.69500°Ra | |
Parzemîn | Amerîkaya Bakur |
Dewlet | Kanada |
Li beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1850 |
Îdarî | |
• Şaredar | Mark Sutcliffe (Jim Watson, 2022–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 2778.64 km2 (107.284 sq mi) |
Bilindahî | 70 m (230 ft) |
Nifûs | 1.017.449 (2021) |
Dem | |
Koda telefonê | 613, 343 |
Malper | ottawa |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ottawa navenda siyasî ya Kanadayê û navenda hikûmeta federal e. Li bajêr gelek balyozxaneyên biyanî, avahîyên sereke, rêxistin û saziyên hikûmeta Kanadayê ku di nav de Parlamena Kanadayê, Dadgeha Bilind, rûniştina cîgirê Kanadayê û Ofîsa Serokwezîrê Kanadayê heye.
Di 1826an de bajêr bi navê Bytown hatiye damezrandin û wekî Ottawa di 1855an de hate saz kirin ku sinorên bajêr yên orîjînal bi gelek pêvekan ve hatine berfireh kirin û di dawiyê de di sala 2001an de jî ji bo berfireh kirina bajêr û bi zêdekirina bajarokekî sinorên bajêr carek din ji nû ve dîsa hatiye guhertin. Hikûmeta şaredariyê ya Ottawa ji hêla Qanûna Bajarê Ottawa ya Hikûmeta Ontario ve hatiye damezrandin û tê birêvebirin. Li bajêr 24 herêman meclîsên şaredariyê ya hilbijartî û li seranserê bajêr bi tenê şaredarek hilbijartî heye.
Ottawa xwedan nifûsa herî xwendî ye ku li bajêr gelek zanîngeh, saziyên lêkolînê û saziyên çandî hene ku di nav wan de Zanîngeha Ottawayê, Zanîngeha Carletonê, Koleja Algonquinê, Navenda Hunerê ya Neteweyî, Galeriya Neteweyî ya Kanadayê hene. Ottawa yek ji bajarên herî zêde yê Kanadayê ye serdana bajêr hatiye kirin ku di sala 2018an de zêdetirî 11 milyon kes serlêdana bajêr kirine.
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ottawa, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.