Kolosa ewropayî, melon, bombet, kapok, kolosa Bowler sala 1860'ê li Londonê ji aliyê Thomas William Bowler ve tê dirûtin û ji wê rojê ve ev serpoş dibe moda.
Li Brîtanyayê bi navê Bowler tê navandin. Jê re Coke jî dibêjin lewra yekem car ji zadeganan Thomas William Coke daye serê xwe. Li DYAyê jê re Derby dibêjin.
Melona orjînal reş e. Niha kêm tê bikaranîn. Siwarên hespê di pêşbaziyên werzîşê de didin serê xwe. Herwiha di festîvala bajarê Köln a Almanyayê û li Bolîvyayê jinên çermesoran (Îndiyanan) melonên rengîn didin serê xwe.
Di sedsala 19em û 20em de serpûşeke tîpîkî ya brîtanî bû. Winston Churchill, Charlie Chaplin, Laurel û Hardy, Billy Bevan, Pan Tau, John Steed, Pete Doherty û gelek navdaran melon dane serê xwe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kolosa ewropayî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.