Gebola kundirê mîranî û savarê, gebola pîrê, çavzerka kundir û savarê ya bimast xwarineke ji kundirê ye.
Gebolek (gevol, çavzerk) ji pêjgeha kurd e.
Bo sosa wê:
Kundiran di dirûvê zarê de (kûbîkî) tîke bikin. Nîvê wê berdin beroş an quşxaneyekê. Nîvê savarê berdin navê. Viya dubare bikin. Ango nîvê din ê kundirê û paşê jî savarê berdin quşxaneyê. Xwê û şekirê pê werbikin, avê berdin ser û derxûnê bigirin. Berê di agirê gurr, paşê jî di yê nizm de her carê bi qasî 15-20 deqeyan bikelînin. Kel bidawî bû, hema derxûnê venekin, 5-6 deqe bidin sekinandin. Xwarina xwê tevbidin, berdin badî ya binikeke mezin.
Îcar dora sosê ye. Sîr û xwê bikutin. Av û mastê jî tevbikin, biçelpînin. Rûn biqijilînin, orteya xwarinê qul (kun) bikin, rûnê qijilandî û paşê jî dewsîrê (dew û sîr) berdin ser. Li ser daxwazê hûn dikarin îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî) jî pê werbikin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gebola kundirê mîranî û savarê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.