Esat Oktay Yıldıran (jdb.
15 sibat 1949 - m. 1988 li Stenbolê) serbazeke artêşa tirk, endamê sîxuriya Tirkiyeyê, gerînendeyê Zîndana Amedê û yek ji êşkencekarên profesyonel ên Romê bû.
Wekî serbazekî payebilind di artêşa Tirk de dixebitî. Tevlî dagirkirina girava Kîprosê bûye û gerînendetiya zîndana ku yewnanî tê de dihatin dîlgirtin, lêpirsîn û êşkencekirin kiriye.
Bi bipêşketina tevgerên azadîxwaz ên kurdan û hatina ser desthilatdariyê ya cûntaya leşkerî ya sala 1980î re wî dikin gerînende û fermandarê Zîndana Amedê.
Bi salan li vê zîndanê êşkenceyan dike. Bi dehan ciwanên kurd li vê zîndanê tên îdamkirin. Bi dehan tên kuştin. Bi sedan kes ji ber êşkenceyan dimirin an seqet dimînin û bi hezaran kes rastî êşkenceyên hovane tên.
Esat Oktay jî wekî serbaz bo êşkencexaneyên Stenbolê peywirdar dikin û dişînin Stenbolê. Li wir wekî serdarekî artêşê kar dike.
Li Stembolê di sala 1988an de ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Esat Oktay Yıldıran, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.