Agirê mezin ê Londonê an jî Şewata Mezîn ê Londonê di sala 1666an de li navenda Londonê qewimî.
Şewatê ji 2ê îlonê heya 5ê îlonê, sê rojan berdewam kir.
Tê bawerkirin ku malên 70 000 kesî, ji 80 000 mirovên ku li bajar dijiyan wêran kiriye . Nayê zanîn ka çend kes di şewatê de mirin. Tenê mirina çend kesan diyar e, lê ji bo gelek qurbanan ti keyd tune ne. Agir, taxa arîstokrata Westminster, Qesra Charles II ya Whitehall tehdît kir. Lêbelê, ew negihîşt van cîyan .
Agir di firrina Thomas Farriner a lî ser kolana Pudding dest pê kir. Piştî nîvê şevê roja yekşemê dest pê kir û pir zû mezin bû. Agirkujan hilweşandina avahiyên li dora agir pêşniyar kirin da ku agir belav nebe. Lê bi ser neketin. Şaredar Thomas Bloodworth ne ewle bû ku çi bike. Di hilweşandina avahiyan de gelek dereng man û agir gelek belav bû.
Agir roja duşemiyê ber bi navenda bajar ve diçû. Hinek kes difikirîn ku kesên ne îngîlîz (xerîban) agir derxist. Wan bawer kir ku ew frensî û holendî ne, ku di wê demê de dijminên îngîlîzan bûn. Sêşemê, agir li piraniya bajar belav bû. Katedrala St. Paul's wêran kir, çêmê Fleet derbas kir. Nêzîkî dadgeha Charles II ya li Whitehall bû.
Pirsgirêkên civakî û aborî yên ji hêla vê bûyerê ve derketin holê pir mezin bûn. Ji Londonê derketin û li cîhek din jiyan bi xurtî ji hêla Charles II ve hat pêşniyar kirin. Ew ji derketina serhildanekî (di nav penaberên ku malên xwe wenda kir) tirsiya. Tevî gelek pêşniyarên radîkal, London li ser heman planê kolanê ku, beriya şewatê dahate bikar anîn, ji nû ve hate çêkirin .
http://www.bbc.co.uk/history/british/civil_war_revolution/great_fire_01.shtml
http://www.channel4.com/history/microsites/H/history/fire/map.html
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Agirê Mezin ê Londonê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.