Ewropa: Parzemîn

Ewropa (bi yewnaniya kevn: Εὐρώπη, lat. Eurṓpē, bi latînî: Europa), parzemînek e ku ji nîvgiravên herî rojavayî yên Ewrasyayê pêk tê ku bi tevahî li nîvkada bakur e.

Afro-Ewrasya erdê bejahî hem bi Asyayê re parvedike û hem bi Afrîkayê re parvedike. Parzemîna Ewropayê li bakur bi Okyanûsa Arktîkê re, li rojava bi Okyanûsa Atlantîkê, li başûr bi Deryaya Navîn re û li rojhilat jî Asyayê sinorê parzemînî parve dike. Ewropa bi gelemperî veqetandina ji parzemîna Asyayê bi ava Çiyayên Ûralê, Çemê Ûralê, Deryaya Qezwînê, Qefkasyaya Mezin, Deryaya Reş û rêyên avê yên Tengava Stembolê tê qebûl kirin.

Ewropa
Ewropa: Bêjenasî, Erdnigarî, Dabeşkirin
Herêm10.180.000 km2 (3.930.000 sq mi)[n] (6em)
Gelhe742.452.000[n] (2013; 3em)
Tîrbun72,9/km2 (2em)
DemonîmEwropayî
Welat~50 welat (û ~5 bi naskirina bi sînor)
Girêdanên wî4 girêdayî
Ziman~225 ziman
SaetUTC−1 heta UTC+5
Înternet TLD.eu
Bajarên mezin

Ewropa li dor 10.18 milyon km² (3.93 milyon sq mi), yan %2 ji rûberê cîhanê (%6.8% ji axa erdê) digire ev jî Ewropayê wekê parzemîna herî biçûkê cihanê destnîşan dike. Di warê siyasî de, Ewropa li dora pêncî dewletên serwer hatiye dabeş kirin ku Rûsya welatê mezintirîn û nifûsa herî mezin e Ewropayê ye ku ji %39 ji erdê Ewropayê digire û %15 ji nifûsa Ewropayê pêk tîne. Li gorî daneyên sala 2021an de bi tevahî nifûsa Ewropayê 745 milyon e (nêzîkî 10% ji nifûsa cîhanê) ku piştî Asya û Afrîkayê sêyem parzemîna herî mezin e. Avhewaya Ewropayê bi giranî ji aliyê germên Atlantîkê ve tê bandor kirin ku hewaya parzemînê bi zivistan û bi havînan jî nerm e. Ji deryayê wêdetir, cûdahiyên demsalî li nêzê peravê zêdetir diyar in.

Çanda Ewropî koka şaristaniya rojavayî ye ku çandeke dîrokî ye ku ki Yewnanistana Kevnare û Romaya Kevnare vedigere. Hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Rojava di sala 476ê p.z. de û Serdema Koçberiyê ya ji ber hilweşîna împeratoriyê dawiya dîroka kevnar a Ewropayê û destpêka Serdema Navîn a Ewropayê dide destpêkirin. Ronesans li Firansayê dest pê dike û li parzemîna mayî belav dibe ku eleqeyek nû bi humanîzm, keşfkirin, huner û zanistê bi xwe re tîne ku beşdarî destpêka serdema nûjen dibe. Ji Serdema Keşfê ku bi pêşengiya Spanya û Portugalê pêk tê, Ewropa di pêwendiyên gerdûnî de bi gelek keşf û fethên li çaraliyê cîhanê de rolek serdest lîstîye. Di navbera sedsalên 16an û 20an de, hêzên ewropî di demên cûda de Amerîka, nêzîkî temamiya Afrîka, Okyanûsya û nêzîkî piraniya Asyayê kolonî kirin.

Serdema Ronahiyê, Şoreşa Fransayê û Şerên Napolyon ji dawiya sedsala 17an heya nîvê yekem a sedsala 19an de Ewropayê ji aliyê çandî, siyasî û aborî ve diguherîne. Şoreşa Pîşesaziyê ku di dawiya sedsala 18an de li Brîtanyaya Mezin dest pê dike, li Ewropaya Rojava û di dawiyê de li cîhana berfireh di warê aborî, çandî û civakî guhertinên girîng dide destpêkirin. Herdu şerên cîhanê (şerê cîhanî yekem û duyem) li Ewropayê despêdike ku di nîvê sedsala 20an de ji ber ku Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Yekbûyî derdikevin pêş, serdestiya Ewropaya Rojava di warê çareserkirnên li cîhanê de kêm dibe. Heya Şoreşên sala 1989an ku dibe sedema hilweşîna Dîwarê Berlînê û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di dema Şerê Sar de Ewropa li ser perdeya hesinî ya di navbera NATOyê li Rojava û Pakta Warşovayê de li Rojhilat hatiye dabeş kirin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê du rêxistinên navneteweyî yên girîng in ku armanca rêxistinan di asta siyasî de temsîlkirina parzemîna Ewropayê ye. Konseya Ewropayê di sala 1948an de bi fikra yekkirina Ewropayê ji bo bidestxistina armancên hevpar û pêşîlêgirtina şerên pêşerojê hatiye damezrandin. Entegrasyona Ewropî ya ji aliyê hinek dewletan ve bûye sedema damezrandina Yekîtiya Ewropayê ku saziyek siyasî ya serneteweyî ye ku li ser bingeha pergala hiqûqa ewropî ye û di navbera konfederasyon û federasyonê de ye. Yekîtiya Ewropayê li Ewropaya Rojava despêkiriye û piştre jî bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ku di 1991an de pêk hatiye ber bi rojhilat ve berfireh bûye. Piraniya endamên yekîtiyê diravek hevbeş, ewroyê qebûl kirine û beşdarî bazara yekgirtî ya ewropî û yekîtiya gumrikê bûne. Herêma Şengenê ku blokek mezinê welatan e kontrola sinorên navxweyî Ewropayê û koçberiyê betal kiriye. Hilbijartinên gelerî yên asayî her pênc salan carekê di nav Yekîtiya Ewropayê de pêk tên ku piştî hilbijartinên Hindistanê wekê duyem hilbijartinên herî mezin ên demokratîkê li cîhanê tên dîtin.

Bêjenasî

Ewropa: Bêjenasî, Erdnigarî, Dabeşkirin 
Li gorî Anaximander nexşeya yekem a cîhanê (sedsala 6an b.z.).

Di mîtolojiya yewnanî ya klasîk de, Europa (yewnaniya kevn: Εὐρώπη, Eurṓpē) prensesa fenîkî bû. Nêrînek din jî ev e ku navê Ewropayê ji hêmanên yewnaniya kevnar εὐρύς (eurús) 'berfireh, fireh' û ὤψ (ōps, gen. ὠπός, ōpós) 'çav, rû, rûy e', ji ber vê yekê Eurṓpē tê wateya 'berfireh' nihêrîna fireh yan 'aliyê fireh'. Broad di dînê Proto-Hind-Ewropî ya ku ji nû ve hatiye avakirin de û helbestên ku jê re hatine terxankirin de bûye rengdêra Cîhanê. Nêrînek alternatîf a Robert Beekes ku ji bo navekî pêş-hindûewropî nîqaş kiriye, rave dike ku veqetandinek ji euros dê toponîmek cûda ji Europa derxe. Beekes li herêma Yewnanistana kevnar toponên bi navê Europayê û li Makedonyaya kevnar jî navên cihên wekî Europosê dîtiye.

Erdnigarî

Dabeşkirin

Dîrok

Gelhenasî

Ziman

Dîn

Siyaset

Dewletên Ewropayê

Li Ewropa ev dewlet hene:

Welatên din

Welatin hene nîvî an jê ribek di Ewropa de ye ew evin.

Dirav (pere)

Ewro navê diravê fermî yê van welatên Ewropayê ye (2011):

Wekî din Euro li paş dolarên DYA duyem diravê ku herî zêde li cihanê danûstendin pê tê kirin.

Binêre

Çavkanî

Girêdanên derve

Ewropa: Bêjenasî, Erdnigarî, Dabeşkirin  Wîkîferheng: Ewropa – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir

Ewropa: Bêjenasî, Erdnigarî, Dabeşkirin  Wikimedia-Atlas: Ewropa – Nexşên kevin û cografîk

Tags:

Ewropa BêjenasîEwropa ErdnigarîEwropa DabeşkirinEwropa DîrokEwropa GelhenasîEwropa SiyasetEwropa Dewletên yêEwropa Dirav (pere)Ewropa BinêreEwropa ÇavkanîEwropa Girêdanên derveEwropaAfrîkaAsyaDeryaya NavînDeryaya QezwînêDeryaya ReşEwrasyaOkyanûsa ArktîkOkyanûsa AtlantîkTengava StembolêTîpguhêziya latînîZimanê latînîZimanê yewnaniya kevn

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Bismarck, Dakotaya BakurSiyabend û Xecê (destan)Sîpan XelatXanedana MerwaniyanMehabad (bajar)KlorînQehweya kurdîTitanicEbdullah bin ZubeyrOmer XeyamCaitlin BellÇanda tazîtiyêKazoÊzdîtîThe Legend of ZeldaAsfaltTelekomunîkasyonSerhedMijarên Mîqro1908Zengila Zoma22ê nîsanêKlavyeya kurdîPocahontasPadîşahiya destûrîThe Little Mermaid (fîlm)Reşwan (eşîr)Qedê demaxSikîtyanÇiyayê AgirîLîsteya dewletên cîhanê1993DuşemHesen ŞerîfTerekemeDeniz GezmişBursaWiki CommonsAmedsporMonakoZimanê inglîzîDîvrîgîDîwarê ÇînêKomunên departmena GersêBosniya û HerzegovînaClinton County, New York7ê nîsanêMeletî (parêzgeh)ÇîrvanokSumerBekoyê EwanZîmbabweWîkîpediyaKurdên cihûNûkurdBidlîsGorewîlkMehmet KarasungurHebeş, HeştrûdBextiyarîTevgera mafên sivîlMalperHelebceSûdana BaşûrXarpêt (parêzgeh)🡆 More