Matematîk, werze, bîrwarî yan jî bîrkarî, (ji yewnanî μάθημα, máthēma bi wateya zanîn, hêmbûn), zanîna li ser rewş û mercên çendatî kwantatîv û peywendiyan û li ser formên gewdên jiyana objektîf e.
Bîrwarî di tevahî zanistên pozîtîv de tê bikaranîn. Li gora zanyaran bîrwarî 200 sal zêdetir li pêşiya fizîkê dimeşe.
Peyva matematîk ji μάθημα (máthēma) ya yewnanî tê. Wateya wê di yewnaniya kevn de mîna zanîn û hêmbûnê bû. Di zimanê wan ê anahîn de wek ders tê bikaranîn. fhfjvygijgygihuyhihubib ubib7bobu8blguygkgugkgu7ggikbugkvbuybik
Matematîka pêşdîrokî ji ber ku delîlê nivîsî tune ye, mirov kane bibêje a bi devkî ye. Bê guman pêşve çûna pêşîn divê pêkanîna jimareyan û jimartinê be. Tête texmîn kirin ku vê pêşveçûnê ji pêwîstîyên jîyanê derketî. Îhtîyacên komeleyan herçî zêde bûn jê re matematîkek bilindtir jî lazim bû.
Li çar şaristanên cîhana kevn (Mezopotamya, dora çemên Nîlê, Hindûs û Ganjê, Hwang Ho û Yangtsê) mirovan aboriya xwe bi ajotina erdan dikir. Bo bikaranîna erdên xwe û debrên xwe kontrol bikin matematîk bikar dianîn.
Ev beş hê vala ye. Tu dikarî lê zêde bikî. |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Matematîk, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.