Հայաստանի Հանրապետություն Hayastani Hanrapetut'yun | |||||
Komara Ermenistanê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Mer Hayrenik | |||||
Zimanên fermî | Zimanê ermenî | ||||
Zimanên nefermî | Kurmancî | ||||
Paytext | Rewan (Êrîvan) 40°11′Bk 44°31′Rh / 40.183°Bk 44.517°Rh | ||||
Bajarê mezin | Êrîvan | ||||
Sîstema siyasî | Komar | ||||
- Serokomar - Serokşalyar | Vahagn Khachaturyan (Վահագն Խաչատուրյան) Nîkol Paşînyan (Նիկոլ Փաշինյան) | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) | 29.743 km2 4,71 | ||||
Gelhe - Giştî (2021) - Berbelavî | 2.963.900 kes 101.5 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 21ê îlonê 1991 ji YKSS | ||||
Dirav | Dram (AMD) | ||||
Dem | UTC+4 | ||||
Nîşana înternetê | .am | ||||
Koda telefonê | +374 | ||||
Ermenistan (Filestan, Armenya û Ermenya jî jê re dibêjin, bi ermenî: Հայաստան, Hayastan) an jî Komara Ermenistanê (bi ermenî: Հայաստանի Հանրապետություն, Hayastani Hanrapetutyun) welatek li başur-rojavaya Ewropayî-Asyayî, di navbera Deryaya Reş û ya Deryaya Qezwînê de ye. Zimanê fermî ermenî ye. Serbajarê Ermenistanê Rewan (Êrîvan) e. Ermenistan cîranê Tirkiye, Îran, Azerbaycan û Gurcistanê ye.
Ermenistan niha endamê zêdetirî 35 rêxistinên navneteweyî ye ku di nav van de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Banka Pêşketinê ya Asyayê, Hevgirtina Dewletên Serbixwe, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî û Rêxistina Hevkariya Aborî ya Derya Reş. Ew yek ji endamên Hevkariya ji bo Aştiyê ya Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur, û her weha hevalbendiya leşkerî Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) ye. Ew di heman demê de endamekî çavdêr ê Civata Aborî ya Avrasyayê, Frankofonî û Tevgera Ne-Peymanan ye.
Li Ermenistanê li gor serjimêra sala 2001ê derdora 45.000 kurd dijîn.
Nifûsa Ermenistanê 2,790,974 ye (texmînkirina 2021an).
Piraniya ermeniyên diyasporê bi eslê xwe Ermeniyên Kurdistanê ne. Ji ber ku di sala 1915an de, di Şerê Cîhanî yê Yekem re, hîkumdarên tirkî di demên Împeratoriya Osmanî de, Nîjadkujî di kesên bi baweriya Xiristiyanî kirin. Di ve Nîjadkujî tê texmîn kirin ku ji 300,000 hezar heya 1.5 milyon kesên ermenî hatin kuştin û 1 milyon zedetir ermenî koçber bûnê. Gorî peşbîniyan îro 10 milyon heya 17 milyon ermenî di cîhanê heye.
98,1% ji nifûsa Ermenistanê, ermenî ne, 1,2% kurd in û 0,4% rûs. Hindekariya din wekî kesên ûkraynî, alman, gurcî, tirk, azerî, faris in.
Piraniya Ermenistanê bi bawerî Xristiyan in. Hindekariya Êzîdî 1,2% jî nifûsê dikin. Nezîkî 3000 hezar misilman li Ermenistanê dijîn.
Ermenistan ji 11 parêzgehan pêk dihê:
|
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ermenistan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.