Hîpofîz an jî rijênê hîpofîz (bi ingilîzî: pituitary gland).
Hîpofîz rijênek biçûk e, bi qasî habika nokê ye. Lê hîpofîz rijênêk gelek bibandor e, hormonên vî rijênê gelek rijên û şaneyên laş ji xwe re dike armanc. Çalakiya rijênê hîpofîzê bi hîpotalamusê ve girêdayî ye. Hîpofîz li gor hormonên hîpotalamusê, hin hormonan berhem dike û der dide nav xwînê. Ango hîpotalamus bi navbeynkariya hormonan, çalkiya hîpofîzê rêk dixe. Rijenê hîpofîzê ji du pişikên sereke pêk tê, loba pêş û loba paş. (Hin caran wekî hîpofîza pêş û hîpofîza paş jî tê navkirin). Hormonên hîpofîzê an rasterast bandor li ser endam û şaneyan dike an jî bi navbeynkariya hormonên hander (teşwîqer), bandor li ser rijênên din dike da ko ew rijên hormon berhem bikin. Wekî mînak; hormona geşê bandor li hemû xane û şaneyen hestî û masûlkeyan dike. Hormona handera rijênê tîroîdê, bandor li ser rijênê tîroîdê dike ko ev rijên hormona tîroksînê berhem bike.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hîpofîz, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.