Penîr an penêr zadekê hişk e ko ji şîrê çêlan (manga), mihan, bizinan û memikdarên dî dihêt çêkirin.
Şîrî bi hêvênê penîrî ango rennetê û tirşandinê dikin penîr. Bakterî dikarin şîrî bitirşînin û dewrekê girîng di pêkhatina penîrî û çêj ango tam û bêhna penîrî da digêrin.
Bi sedan cureyên penîran hene. Penîrên curane bi rêya bikaranîna şîrê memikdarên cuda cuda, bakteriyên cidacida û şêwazên din tên berhemanîn. Zadê ku memikdar dixwerin û bikaranîna giyayên bêhndar jî yek ji rêyên berhemanîna coreyên penîran in.
Jibo hindek penîran şîrî bi sirke an ava lîmonê ditirşînin. Lê piraniya penîran bi rêya tirşandina şîrî bi bakteriyayan dihên çêkirin. Bakterî şekira şîrî dikin Tirşê Şîrî anko laktîk asîd. hêvênê penîrî coreyekê anzîman e ko bi awayekê kevneşopî ji navpoşa aşika savayên pez û gareşan dihêt girtin. Lê niha ev hêvên di ezmûngehan da jî dihêt berhemanîn.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Penîr, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.