Stêrnasî: çiqilekî zanistê

Stêrnasî yan stêrzanî yan esmannasî yan jî astronomî ew zanist e ya ku vekolînan li ser stêran, exteran û galaksiyan dike.

Bi kurtî, stêrnasî eleqedarî hemû tiştên di esmanan heye. Ew gerdûnê, stêrê û pergala rojê vedikole.

Stêrnasî: Peyva stêrnasî û astronomî, Dîroka stêrnasiyê, Karê stêrnasan
Radyoteleskop yek ji çendîn alavên stêrnasan e

Kesê ku karê wî stêrnasî be, stêrnas an astronom e. Astronom û astronot ji hev cuda ne. Astronom lêkolînan li ser stêran dikin. Esmanger li esmanan digerrin.

Peyva "stêrnasî" û "astronomî"

Peyva stêrnasî ji stêr û -nasî têt. Paşgira -nasî di kurdî de têt wateya zanistê yan pirsporiyê

Peyva "astronomî" ji peyvên yewnanî ástron (stêr) û nómos (Dad) pêk hatiye.

Dîroka stêrnasiyê

Stêrnasên berê bazirgan û deryagerr bûn ku hewceyî rêberiya stêran daku rêya xwe winda nekin. Herwiha cotkaran jî xêra stêran dizanî ka kengî zeviyên xwe biçînin, kengî dê lehî rabin û kengî dema dirûnê xermanê ye.

Herwiha şaristaniyên berê ji ber sedemên olî çavdêriya stêran û esmanan bi giştî dikir.

Hin çavdêrên stêran jî bawer dikir ku bi livên stêran mirov dikare pêşerojê anku demên bên pêşbînî bike. Ji wan kesan re astrolog têt gotin. Tevî ku karê wan wek zanistê nayêt pejirandin jî, çavdêriyên wan pirr alîkariya stêrnasan kiriye ku agadar bikin ka pergala gerdûnê çawan e.

Karê stêrnasan

Stêrnasî zanistek pirr kevnare û giring e. Lê dîsan jî hema her kes dikare di jiyana xwe ya rojane de jî bi amûrên erzan, yan jî bê ti hacet û amûran hinek stêrnasiyê bike.

Stêrnasên amator di rastiyê de rolek pirr giring di pêşketina stêrnasiyê de lîstiye. Bi taybetî ew gelek car yekem kes bûne ku hay ji asteroîdan yan kometan bûne. Carine jî ew bûne govan û şahidên peydabûn yan mirina stêran.

Dûrbûn baştirîn amûr e bo kesên dest bi stêrnasiyê dikin.

Cûnên stêrnasiyê

Di van sedsalên dawîn de stêrnasî berfire bûye û gelek çeq jê diçin.

Stêrnasên heyvê vekolînan li ser heyvê dikin. Stêrnasên gerokstêran bala xwe dibin Pergala Rojê. Hin stêrnas dibin pisporên hin stêrên taybet. Hin jî xwe mijûlî galaksiyên dûr dikin.

Hin stêrnas jî hene ku qet ne hewceyî nerîna li esman û stêran in. Ev stêrnasên teorîk zagonên fîzîkî û matematîkî bi kar diînin û bi kompûterên xwe modelên gerdûnê diafirînin û paşî wan modelan li gel çavdêriyan berhev dikin. Armanca wan ew e ku tê bigihin ka gerdûn çawan peyda bûye û ka belkî dê çi biqewime.

Mijarên têkildar

Herwisa binêre

Girêdanên derve

Stêrnasî: Peyva stêrnasî û astronomî, Dîroka stêrnasiyê, Karê stêrnasan  Wîkîferheng: stêrnasî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir

Tags:

Stêrnasî Peyva stêrnasî û astronomîStêrnasî Dîroka stêrnasiyêStêrnasî Karê stêrnasanStêrnasî Cûnên stêrnasiyêStêrnasî Mijarên têkildarStêrnasî Herwisa binêreStêrnasî Girêdanên derveStêrnasîEsmanExterGalaksîGerdûnPergala rojêStêrZanist

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Yekîneyên Parastina GelLûşZulkufê QadoÇiyaPartenogenezZarokjiberbirinYekîtiya SovyetêEşref AnyikHarbinSîpanê XelatêMereş (parêzgeh)Rowan AtkinsonAmerîkaya LatînîBeyro, XinûsZimanê erebî1975SumerOremarISO 3166PolonyaQehweya kurdîWolframNew York CityMetelokElewîtîFiratZazakîHozan KawaKurdên AnatolyayêTirkKurdî Xuarîn1942HemedanNîjeryaXormekanDerwêşê Evdî (destan)1960SilêmanLîsteya navên kurdîLîsteya hostayên mezin yên sedrencêRihaChe GuevaraSîbîryaQersRamses IICemîlê HoroPankreas26ê adarêLîsteya helbestvanên kurdQubînKurdîzm (zimannasî)AcaristanWelatGondwanaHozan SefkanTilbişarJair BolsonaroEbexLionel MessiMediaWikiYasînKellhurrîŞerê SarRojên salêHevalbendên Şerê cîhanî yê yekem🡆 More