Sîlezî an jî zimanê şîlezî (bi sîlezî: ślůnsko godka, ślůnski, carina jî pů našymu) zimanê xelkê herêma Sîlezyaya Jorîn a Polonyayê ye.
Li Çekya û Almanyayê jî tê axavtin. Li gor mirovjimêriya Polonyayê ya sala 2011an li dor 509.000 kesan zimanê sîlezî wek zimanê xwe yê zikmakî dan zanîn. Sîlezî nêzîkî zimanê polonî ye, ji bo vê yekê ji layê gelek zimannasan ve wek zaravayekî polonî tê hesibandin.
Yek alfabeya sîlezî tune ye. Sîlezîaxêv, bi giştî, zimanê xwe bi tîpên polonî dinivîsin. Lêbelê, di sala 2006an de alfabeya sîlezî ya nû hate sazkirin. Ev alfabe ji deh awayên nivîsînê yên cuda cuda pêk dihêt. Bi pirranî, li ser înternetê û li Wîkîpediyayê jî tê bikaranîn.
Aa Bb Cc Ćć Čč Dd Ee Ff Gg Hh Ii Jj Kk Ll Mm Nn Ńń Oo Pp Rr Řř Ss Śś Šš Tt Uu Ůů Ww Yy Zz Źź Žž
Çend dîgraf jî hene: Ch Dz Dź Dž.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zimanê sîlezî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.