Zê an jî vajîna, borriyeke masûlkî ye di navbera stûyê malzarokê û devê zêyê de .

  • Cora endam
  • class of anatomical entity Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zê
Zê ji devê zêyê heta stûyê malzarokê dirêj dibe.
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Zê
Zê endamê cotbûnê ye.

Di zimanê latînî de ji bo kalanê xençerê an jî kalanê şûrê, peyva “vāgīna “ (bi inglîzî: vagina) tê bikaranîn.

Zê endamek nav laşê mêyan e ji bo wergirtina spermên nêrê. Ango zê endama cotbûnê ye, spermên ji laşê nêr bi navbeynkariya çûkê li nav zêyê vala dibe û ji vir jî sperm ber bi malzarokê diçin. Li dawiya ducaniyê, dema zarokbûnê (zarokanînê) de dergûş ji malzarokê derbasê nav zêyê dibe û zayîna dergûşê rû dide. Loma zê wekî coga zayînê jî tê navkirin. Nêzikê devê zêyê de perdeya keçinî cih digire. Perdeya keçinî ya mirovên keçîn bi awayek qismî girtî ye, loma dema xwîndîtinê (mehik) (bi înglîzî: menstruation) de hêka nepîtandî û pêkhateyên ji diwarê hilweşayî yê malzarokê bi navbeynkariya zêyê di nav perdeya keçenî de tên avêtin .

Zê di navbera mîzdank û tortorîkê de cih digire. Di laşê jinên temenê pêgihîştî de dirêjiya zêyê bi qasî 10 cm e. Masûlkeyên dîwarê zêyê firehbûn û şidandina coga zêyê rêk dixe. Coga zêyê bi perdeya lîncê dapoşî ye. Madeya linc rûyê zêyê diparêze û şêdar (şil) dike. Zê xwediyê rijênan nîn e, madeya linc ji malzarok û ji stûyê malzarokê tê derdan.

Diwarê coga zêyê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve ji çîna bestereşaneyê, çîna naverast ji lûsemasûlkeyan, çîna navî ji rûkeşeşaneyê pêk te. Rûkeşeşane ji rûkeşexaneyên pahn ên firerêzî (bi înglîzî: stratified squamous epithelium ) pêk tê. Rûyê çîna navî qurmiçî ye. Qurmiçên zêyê temasa coga zêyê û çûk zexmtir dike, ev temas çûkê han dike. Qurmiçên zêyê û çîna masûlkî firehiya coga zêyê rêk dixin. Bi vî awayê dema cotbûnê, firehiya zêyê bi qasî stûriya çûk, dema zayînê jî bi qasî serê dergûşê tê firehkirin.

Di rewşa asayî de zêya mêya tendurist (saxlem), warê bakteriyên ji cinsê laktobasîlus ê (bi latînî: lactobacillus). Evana bakteriyên sûdbexşin ji bo mirov. Ji çalakiya van bakteriyan, asîda laktîk peyda dibe, ji ber hebûna asîdê pH a zêyê dadikeve derdora 4.9 and 3.5ê.Ev hawirdora asîdî rê li ber pirbûna bakterî û karokên ziyanbexş digire û mêyan ji hokarên nexweşiyê diparêze.

Asîdiya zêyê ji bo sperman xeteriyê, heke sperm rasterast valayê nav zêyê be, dibe ko hemû sperm di demak kurt de bimirin û pîtîna hêkê rû nede. Ji po parastina sperman, sperm di nav tovavê de tên berdan, tovav şileyek alkalî ye, pHa nav zêyê rêk dixe asîdiya wê kêm dike û ji bo sperman hawirdorê guncav dike .

Çavkanî

Tags:

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Babûlmuezem2ê nîsanêKûruşê MezinZewaca hevzayendanSalnameya koçîDanîmarkaArtêşa MehdîStembolPsîkotropMîrektiya BotanEllahZanistvanDestperîCihûtîBraderAdîs AbebaEpîdemîolojîSerdema NavînHolendaKomara DomînîkJiyanFeqiyê TeyranTrêna lezgînXedîwiyeta MisirêEdene (bajar)Lîsteya êlên kurdanRojhilata NavînSaint Kitts û NevîsKesên reşPerwerdeWalter ErnstingAlî BaranZimanên tirkîCartoon NetworkKartolTîmûrlengCeladet Alî BedirxanXêza xwar (xalbendî)VîkîngÎmperatoriya Goktirkan a rojavaNaveroka azad1960XinûsXiyasedîn CemşîdAziz SancarHunermendŞirîta XezeyêTirkHevristŞerê Kendavê 19911959SemerkandAlican ÖnlüMiqdat Mîthad BedirxanRecep Tayyip ErdoğanSohrab PournazerîPlastîkŞerê HalîsêRobert FeldhoffBaşûrê KurdistanêGiravên SalomonRiha🡆 More