Werşeq an werşek (bi pehlewî: varsnagân, bi erebî: washaq, bi soranî: weşek; navê zanistî yê latînî: Lynx lynx) ajaleke goştxwar a famîleya pisîkên mezin (Felidae) e.
Werşeq Werşeqa ewroasyayî | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Famîle: | Felidae |
Cins: | Lynx |
Cure: | L. lynx |
Navê zanistî yê latînî | |
Lynx lynx (Linnaeus, 1758) | |
Bilavbûna werşeqê li cîhanê |
Ji pilingê biçûktir e û ji pisîka kûvî mezintir e. Boçika werşeqê kurt e, 10 cm ye û guhên wê gufikeke mûyên dirêj ya bi serî ve.
Çend cureyên werşeqan ev in: karakal (Lynx caracal), werşeqa ewroasyayî (Lynx lynx), werşeqa îberî (Lynx pardina), werşeqa sor a Amerîkayê (Lynx rufus).
Rewşa werşeqan li Kurdistanê baş nayê zanîn. Polîtîkayeke parastinê ya pisîkên mezin tune ye û zêde dihên nêçirkirin, ji ber vê yekê li gelek cihan nema dihên dîtin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Werşeq, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.