Berendam divê sê-çar mehan di Wîkîpediyayê de bi awayekî aktîv xebatan bikin.
Divê rêzikên bingehîn ên Wîkîpediyayê zanibin û karibin wan bi kar bînin.
Ne tenê ew kesên ku zehf gotar nivîsandine, lê yên ku zehf sererastkirin pêk anîne jî, dikarin bibin rêveber.
Mafên rêveberan çi ne?
Jêbirina rûpelan
Rêveber dikarin wêne û gotaran jê bibin.
Ew pelên ku rêveber jê dibe, bi temamî jê nayin birin, lê belê ew pel ji aliyê bikarhênerên din ve nayên dîtin û li cihekî tên tomarkirin.
Veçêkirina rûpelên jêbirî
Kesê ku karê rêvebertiyê dike, dikare rûpêlên jêbirî dîsa çêke.
Parastina rûpelan
Rêveber dikare rûpelên tim û tim vandalîzekirî biparêze. Ev rûpelên ku ji aliyê rêveber ve tên parastin, dikarin tenê bi destê rêveberan werin guhertin.
Astengkirin
Rêveber dikare bikarhêner an jî IP'yên ku rûpelan pirî car vandalîze dikin, asteng bike.
Ev rêveberê ku demeke dirêj (weke salekî) ne çalak be, wê mafên wî yên rêvebertiyê jê werin standin.
Tevlîbûn
Heger tu dixwazî bibî rêveber (Admîn) an jî burokrat, tu dikarî navê xwe li vir binivisînî û bibî berendam. Piştî şîrove, nîqaş û dengdanan wê biryar were dayîn û tuyê were agahdarkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Wîkîpediya:Rêveber, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses. ®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.