Osetî (bi zimanê osetî: ир, ирӕттӕ, ir, irættæ; дигорӕ, дигорӕнттӕ, digoræ, digorænttæ) gelekî îranî yê ku bi piranî li Qefqasyaê dijî.
Ew gel bi Zimanê osetî diaxivi wekî zimanêkî ji Bakur-rojavayê zimanên îranî ye û têkildariya xwe bi kurdî heye. Xelkên xwe bi bawerî Xiristiyanî ye, lê hindekariya xwe Misilman li Tirkiye û di Sûriyê de ye. Kesên osetî ji welatê xwe re dibêjin „Îriston“ (bi gurcî: oseti).
Gelhe tevahî | |
---|---|
700,000 (2020) | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Rûsya | 83.205 (bê Alanistanê) |
Tirkiye | 20.000 - 50.000 |
Gurcistan | 14.385 (bê Alanistanê) |
Tacîkistan | 7.861 |
Ûzbêkistan | 5.823 |
Ukrayna | 4.830 |
Qazaxistan | 4.308 |
Tirkmenistan | 2.066 |
Azerbaycan | 1,170 |
Qirgizistan | 758 |
Sûrî | 700 - 10.000 |
Belarûs | 554 |
Moldova | 403 |
Ermenistan | 331 - 1.000 |
Lîtvanya | 285 |
Letonya | 119 |
Estonya | 116 |
Ziman | |
Osetî yê din: rûsî û gurcî | |
Baweriya dînî | |
Bi pîrani: Dêra ortodoks Watsdîn û Îslam |
Osetî û Alanistanê navê xwe ji rûsan wergirtine, yên ku navên gurcî Osi û Osetî (welatê Osi ოსეთი) qebûl kirin.
Baweriyên xwemaliyên gelê Osetî bi eslê xwe ji gelê Sarmatî ve girêdayî dibejin, ku bi guhertoyek herêmî bi Folkloriya Ortodoks ve hatine hevrêz kirin, ku tê de hin xwedayên pûtperest bûne pîrozên Xristiyan. Nart, Daredzant û Tsartsiat, wekî wêjeya bingehîn a mîtolojiya gelêrî li herêmê ne.
Di sedsala 8an de padîşahiya Alanî hevgirtî bû, ku di çavkaniyên serdemê de wekî Alanistan tê binavkirin, li çiyayên Bakûre Qefqasyayê, bi qasî li cîhê Çerkeziya û Osetiyayê Bakur- Alanistanê ya nûjen derketiya holê. Di lûtkeya xwe de, Alanistan padîşahiyek navendî bû û hêzek leşkerî ya bihêz hebû û xwediyê aborîyek bihêz bû ku ji Rêya Îpekê sûd werdigirt.
Piştî êrîşên Mongolan ên salan 1200an, erîşên û xelkên Alanî bêtir koçeriya Çiyayên Qefqasyayê kirin, li wir wê sê komên Eşîr ava bûn; Hesin, Digoron û Kudar. Tê bawer kirin ku eşîrê Çasîk (eşîrek Alanî) koma çaremîn a dibe ku di sedsala 13an de koçî Mecaristanê kiriye.
Di dîroka nûjên de, Osetî beşdarî Pevçûnên Osetî-Îngûşî (1991-1992) û Pevçûnên Gurcistanê-Alanistanê (1918-1920, destpêka salên 1990-an) û di sala 2008an de di şerê Alanistana Başûr de di navbera Gurcistanê û Rûsyayê de.
Zimanê Osetî ji şaxê îraniya rojhilatî (alanî) ya malbata zimanên hind-ewropî ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Osetî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.