Oryon, an Termê Mêzîn an jî Termê Mezin komstêreke dikevê ser ekwatora ezmên û li tevahiya dinê xwiya dibe.
Ew yek ji komstêrên herî zelal û balkêş a di ezmana şevê de ye. Navê wê ji navê nêçîrvanekî mîtolojiya yewnan, Orion, tê.
Di komstêra Oryonê de Kemera Oryonê ya balkêş heye. Ew sê stêrên di rêzeke de, yên bi çar stêrkên li dor hemahema eynî dûrahiyê li dor rêz dibin û bi vî awayî bedena nêçîrvan pêktînin. Jêr kemerê re rêzeke sê stêrên biçûk ên şûrê nêçîrvan pêk tînin hene.
Oryon ji meha kewçêrê heta meha sibatê bi şevan li ezmên, him li nîvkureya bakur, him jî li nîvkureya başûr, bi hêsanî dikare bê dîtin. Di mehên gulan û hezîranê de Oryon bi roj li ezmên e û ne dîtbar e. Di vê demê de ew encax li cihên wek Antarktîka yên roj di nîverojê de jî xwiya nabe dîtbar e.
Ji ber ku dîtina Oryonê pirr hêsan e, ew dîtina stêrên din re jî meriv re dibe rêber û nîşan. Bi pêketina rêza kemera Oryonê bi hêla başûr rojava ve mirov dikare stêrka Qurix bibîne. Bi îstîqameta berevajî, ber bi bakur rojava ve mirov dikare stêrka Deberan bibîne. Bi pêketin gurmilkên nêçîrvan ber bi rojhelat ve mirov dikare stêrka Procyon bibîne. Bi xêzeka ji Ricelê ber bi Betelcewzeyê ve mirov bidomîne digêhije du stêrên komstêra Cêwî yên bi nav: Castor û Pollux.
Kemera Oryonê, an Sêtilk (?) asterîzmeka di komstêrka Oryonê de ye. Sê stêrkên geş wê pêk tînin: Alnitaq, Alnilam û Minteqe. Alnitaq nêzî 800 sala ronî dûra dinê ye û radyasyona ûltraviyolê derdixe. Alnitaq 100.000 car ji rojê ronîtir e. Alnilam nêzî 1340 sala roniyê dûra dinê ye û ji rojê 375.000 car ronîtir e. Mîntaqa 915 sala roniyê dûra dinê ye û 90.000 carî ji rojê ronîtir e. Dîtina kemera Oryonê pirr hêsan e û ew dîtina hin komstêren din ên nîvkureya bakur re jî dibe rênîşan.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Oryon (komstêr), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.