Lerzeta an jî malarya (navê zanistî: Malaria) yek ji nexweşiyên mîkrobîk e û ji mêşûleyan derbasî mirov dibe.
Berê li Kurdistanê nexweşiyeke navdar bû û pirranî jî bi bazirganiya pez ji Îranê derbasî welêt dibû. Ji ber wê ye hin caran bo mixmixkan (vizik) dibêjin "Ecem hatin". Dîsa li Kurdistanê tedawiya vê nexweşiyê bi hêsanî dihate kirin. Cax sordikirin û bi zikê nexweş ve didan, çend birînen şewatê yên piçûk çêdikirin û bi saxbûna wan birînan re lerzeta jî diçû. Ango li vir sîstema parastinê (pergala bexşangê) dihate alarmîzekirin. Sîstema parastinê bi saxkirina birînan re bi şaşî lerzeta jî sax dikir. Çima zik? Lewra ji aliyê selûlayên neurologîk ve dewlemend e, nêzîkê rûviyan e.
Îro hemlik bûye nexweşiyeke ji rêzê. Serî de têkoşîn bi mixmixkan re, bi demedorê re girîng e. Mixabin li Kurdistanê, bi taybetî li bajaran ji ber nebûna sîstemên kanalîzasyon û avê û qirêjiya demedorê dîsa jî bi hezaran zarokên kurd dimirin. Malarya şerma sazûmaniyan e. Li welatekê ku lerzeta heye, divê ne hemwelatî lê dewlet fedî bike.
Helbet gorî prognozê sîmptom jî diguherin. Heger nexweşî bipêşketî be werima zik, astengiya mezin a bêhnvedanê destpêdike û ev bixetereyî ne.
Malarya bi derman, bihêzkirina laş û devedoreke hîjyenîk têkdiçe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Lerzeta, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.