Klaus-Olaf von Klitzing (jdb.
28ê hezîrana 1943an li Schroda, Reichsgau Wartheland) fîzîknasekî navdar ê Alman e. Sala 1985 Xelata Nobel a fîzîkê girtiye ku ji ber lêkolînên wî yên li ser qûantan hatibû dayîn.
Klaus von Klitzing | |
---|---|
Jidayikbûn | 28 hezîran 1943 |
Hevwelatî | Almanya |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Meqam | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ji malbateke esilzade ye, kurê Bogislaw von Klitzing (jdb. 1907) û Anny Ulbrich (jdb. 1913) e.
Bapîrê wî yek ji giregirên siyaseta Prûsyayiyan bû, Bogislaw von Klitzing (1861–1942).
Wekî koçber Klitzing, bi tevî malbata xwe sala 1945 tê Lutten (Vechta (parêzgeh)). Sala 1949 li Oldenburg dest bi dibistanê dike. Dibistana amadeyî sala 1962 li dibistaba amadeyî Artland-Gymnasium Quakenbrück (Osnabrück (parêzgeh)) bidawî dike.
Bo xwendina fîzîkê diçe Zanîngeha Teknîkê ya Braunschweigê, Technischen Universität Braunschweig. Perwerdeya xwe li wir adara 1969ê li bidawî dike.
Heya 1980 ew li cem Gottfried Landwehr li zanîngeha bi navêJulius-Maximilians-Universität Würzburg dimîne. Li wir sala 1972 doktoraya xwe li ser babeta "taybetiyên galvomagnetîk di bin magnetîka mezin de" dinivîsîne.
Bo lêkolînan 1975 heya 1976 di laboratûara Clarendon li Oxford û 1979 heya 1980 di laboratûara magnetîka mezin li Grenoble dimîne û kariyera xwe jî li wir bidest dixe. Lewra di van xebatan de effektên qûantan rohnî dike.
Sala 1980 wekî profesor li Zanîngeha Teknîkê ya Münchenê Technische Universität München li ser fîzîka materyalên kondensekirî dersdariyê dike. Sala 1985 ji wir diçe Înstîtuta Max Planck bo lêkolînên fîzîka yekbedenî / laşî Max-Planck-Institut für Festkörperforschung bajarê Stuttgart.
Ji sala 1990 pê ve hevpeymaniyeke navneteweyî bo realîzekirina pîvana elektrîkî heye Ohm û Klitzing ew standard kiriye .
Herwiha gelem endamediyên akademiyan, xelatên rûmetê û doktoriyên rûmetê wergirtiye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Klaus von Klitzing, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.